Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê û Tevahîya Tirkîyê Buhayê Nan Zêde Dibe


Zêdebûna buhayê Nanî li Tirkiyê
Zêdebûna buhayê Nanî li Tirkiyê

Li Tirkîyê daketîna nirxê liraya Tirkî (TL) li hember perê bîyanî, dibe sedema bubahbûna ar û alavên xwarinê, ev yek jî yekser dibe sedema bilindbûna nirxê nanî.

Li gor daneyên Odeya Nanpêjan ya Wanê, berî mehekê telîsê 50 kîlo yê ar 130 TL bû, niha buhayê wê derketîyê 360-380 TL û bi vê yekê buhayê nanî jî 50 jî sedî zêde bûye.

Osman Tuncil Serokê Odeya Nanfiroşan yê Wanê
Osman Tuncil Serokê Odeya Nanfiroşan yê Wanê

Li bajêr 260 tenûrên nanfiroşan hene. Serokê Odeya Nanfiroşan yê Wanê Osman Tuncil dibêje ku ev 20 sal e, wî rewşek ewqas xirab nedîtibû û dibe ku hejmarek nanfiroş jiber krîza aborî dikanên xwe bigirin.

"Berya vê rewşê 6 mehan carekê pir hindik buhayê nan zêde dibû, lê niha her 10 rojan carekê zam tê ser buhayê nan. Êdî ne em dikarin kar bikin, ne jî derfeta rûniştvanan heye ku nan bikirin."

Tuncil got ku buhabûna ar, yekser li ser buhayê nanî bandor dike û got ku berya 20 rojan liba nan bi 1,80 quruş dihat firotin û niha her roj zam tê û dibe ku buhayê nanî ji 3 TL an derbaz bibe.

Napêjek li bajarê Wanê
Napêjek li bajarê Wanê

"Her tiştê me bûye dolar û euro. Dema nirxê perê bîyanî zêde dibe hertîştê me jî buha dibe. Eger em bikarin li gor nirxê berê yê arî bikirin, wê demê em jî dê bikarin nirxê nan daxin nirxê berê."

Hêjayî gotinê ye ku dema ev raport dihat amadekirin 1 dolar 12.50, û 1 Euro jî 14.13 Lîraya Tirkî bû.

Raporta Wanê 28 11 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:45 0:00

XS
SM
MD
LG