Amerîka Ii Salvegera 9/11 di Hişyarî de ye

Amerîka Ii Salvegera 9/11 di Hişyarî de ye

Serokê Amerîka Barack Obama bi şîretvanên xwe yên ewlekarîya netewî re kom bû ku pêdaçûnê li ser pîvanên parastinê yên merasîmên bîranîna êrîşên 11’ê Îlonê bike.

Derheqa hûrgilîyên kombûna agahdarî nehate dayîn. Lê, civîn li vê demê tê kirin ku karbidestên Amerîkî hemberî gefa êrîşên nû di hişyarîyê da ne.

Îstîxbarat di destê karbidestên Amerîkî de hene ku El Qaydeyê 3 zilam şandine Amerîkayê ku li New York yan li Washingtonê û dora wan her du bajaran ku di salvegera 10’an ya êrîşên terorîstî yên 11’ê Îlonê êrîşên nû pêk bînin.

Karbidestên Amerîkî roja Şemîyê beşek ji Firîngeha Netewî ya Dulles ku li nêzîkî paytaxt Washingtonê ye, daxist jiber paketeke bi guman. Piştî vêkolînê tu tiştên bi zirar û xeter nehatine dîtin.