Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Vêkolîna Gefa Êrîşa Salvegera 9/11 Dike


Polîsekî Amerîkî li Îstasyona Trenê ya Pennsylvania ya li New Yorkê nobedarîyê dike. Îlon 9, 2011.
Polîsekî Amerîkî li Îstasyona Trenê ya Pennsylvania ya li New Yorkê nobedarîyê dike. Îlon 9, 2011.

Wezîra Ewlekarîya Navxweyî ya Amerîkî Janet Napolitano bang li Amerîkîyan dike ku dema ragihandina kiyarên gumanbar baldar bin, li vê demê ku vêkolînên gefa êrîşên terorîstî berdewam dikin.

Karbidestên Amerîkî dibêjin, îstîxbaratên pêbawer hene ku di salvegera 10’an ya êrîşên 11’ê Îlonê de êrîşên nû yên terorîstî werine kirin.

Wezîra Ewlekarîya Navxweyî ya Amerîkî Xanim Napolitano roja Înîyê bi daxuyanîyeke nivîskî got, du roj berî salvegera 11’ê Îlonê, karbidestên federalî bi yên eyaletî û xwecîhî dixebitin ku pîvanên ewlekarîyê zêde bikin û rê li ber êrîşan bigirin.

Li ser gefa êrîşên terorîstî heta niha tu hûrgilî nehatine dayîn. Lê, Wezîra Derve Hillary Clinton dîyar kir ku di paş nexşeya êrîşê de El Qayde heye.

XS
SM
MD
LG