Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkî Bîrhatina Êrîşên 11'ê Îlonê Dikin


Amerîkî Bîrhatina Êrîşên 11'ê Îlonê Dikin
Amerîkî Bîrhatina Êrîşên 11'ê Îlonê Dikin

New York, Washington û meydanek li Pennsylvania gelek ketine ber kartêkirina êrîşên terorîstî yên 11’ê Îlonê ya sala 2001’ê. Lê, di cîhaneke de ku bi rêka torên pêywendîkirinê li hev hatîye girêdan, Amerîkîyên dûrî meydanên wan bûyeran, li bajarên biçûk û rêkên derveyî bajaran jî bi toreyî û xema li ber wê çendê hîs kirin. (Raporta Greg Flakus ji VOA ji rojhilata Texsas):

Rêvebira firoşgehê û helbestnivîs û stranbêj Cindy Grayson li vir, Nacogdoches, rojhilata Teksasê dijî beşek li ber hindê ku dixaze ji serêşîya bajarên mezin bi dûr be.

Ew dengûbasan dişopîne, lê wek xuya şer û alozî gelek ji wê dûr in. Cindy dibêje beşek li te hîs dike ku ew dubare rû dide, ku ew hêş li wêrê ye, Nacogdoches, bi xwe cîhanek din e. ))

Ew dibêje êrîşen terorîstî yên 10 salan berî niha, bûyerên bi tirs û sam, hêş, nêzîktir jî kirin. Lewma demê sala 2003’ê gemîya asmanîya Columbia li rojhilata Teksas parçe parçe bû, perçeyên wê bi ser bajar û bi ser zevî û zarê wêre hatin xar, wê li destpêkê hizr kir ku ew jî êrîşek terorîstî ye.

Cindy dibêje:

“Li demekê de avahî û hemî tiştên din dihejîyan, hizra min ya yekê ew bû ku wan tiştek li Dallas peqand yan wan Houston peqandine û tinê hejîyana wê gehiştîye me.”

Gelek ji 30.000 hevwelatîyên Nacogdoches pêwendîyek taybet bi şerê Amerîka li dijî terorê re hest dikin. Du kurên Carolyn Adams di nav leşker'ya Amerîka de xizmetê dikin. Ew bawer dike ku operasyonên Amerîka li Afganîstanê û kuştina Osama Bîn Ladîn li Pakîstanê gefa terorîstî kêm kirîye.

Carolyn dibêje:

“ em dizanîn wî alîgir hene li du wî diçin, lê ez hizir dikim kuştina wî alîkarî kir.))

Pizîşkê karkenar (teqawît) Carroll Gregory mixabinya xwe dîyar dike bo kesên di nav wan şeran de hatine kuştin yan birîndar bûne û bi meraqe ka gelo bi rastî wan welat parastîye.

Dr. Carroll dibêje:

“Ez hîn jî nîgeran im ku di demeke nêzîk de bûyerên wiha careke din biqewimin. Ez nepiştrast im ku em parastî bin.”

Yek ji kesên berpirs ji hindê ku xelk li Nacogdoches parastî bin rêvebirê polîsan Gregory Sowell e.

Ew dibêje Nacogdoches baştir ji her demek din berî niha parastî ye li ber alîkarîya diravî ku ji layê wezareta parastina nîştimanîya Amerîka ve tê kirin.

Gregory dibêje:

“Me niha pitir ji her wextek din amade ne kerestên hesas bo bajarek bi wê heşîmetê û em bi awayek karîger wan alîkarîyan bi kar tînin.”

Sowell dibêje piştîwanîya diravîya federalî alîkarîya bajarên rojhilata Teksas dike da pêkve li ser torek pêwendîya dimê tengawîyê kar biken ku bikarin bersîva her karesatekê bidin.

Gregory dibêje:

“Ev plan û ev jêder li Nacogdoches, Teksas li demê tofanên Rita û Ike hatin bi kar anîn.”

Archie Mcdonald, profîsorek dîrokê li zanîngeha Stephen F. Austin li Nacogdoches dibêje Gelek caran jîyan li wêrê hêdî û hêsan e. Heta karîgerîya moralîya wê roja nexweş ya 10 salan berî niha sivik bûye.

Archie dibêje:

“dûr nine piranîya xelkê eger hizrê jê nekin û hesab nekin, nikarin bêjin te ka ew 9 sal, 12 sal yan çend salan berî niha bû. Lê, demê em pitir li wê salvegerê nêzîk dibin, em dê pitir bala xwe bidin ser wê û bi hinek awayan di nav civakê de, dê bê li ber çav girtin.”

McDonald hizr dike ku 11’ê meha 9, li dawîyê wek rojên din yên dîrokî dê bi awayek edetî bêt bîr anîn, wek roja serxwebûna Amerîka.

Archie dibêje:

“li roja 4’ê Tîrmehê niha em cejnê digirin. Em wê rastîyê nayînin hizra xwe ku gelek kes mirin li ber tiştê 235 salan berî niha qemî.”

Loma li demekê de salvegera 10’an ya wan êrîşan bo ser Amerîka nêzîk dibe, xelk li vir berdewam hêvî diken ku ew, civaka wan û welatê wan parastî û silamet bimînin.

XS
SM
MD
LG