Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîyarbekirî Çawa li 11'ê Îlonê Dinêrin


Dîyarbekirî Çawa li 11'ê Îlonê Dinêrin
Dîyarbekirî Çawa li 11'ê Îlonê Dinêrin

Deh sal berê, li 11’ê Îlonê sala 2001’ê rêxistina radîkal El Qayde, derbeke mezin li Amerîkayê xist û bi firokên li ser avahîyên sivîl û nivîsingehên artêşa Amerîkayê êrîşên terorî pêk anîn.

Di êrîşan de bi hezaran kes hatin kuştin û piştî vê rojê sîyaseta Amerîkayê ya li ser Rojhilata Navîn hat guhertin. Di nav van deh salan de Amerîka bi Îraq û Afganîstanê şer kir û di encama van şeran de bi madî û manevî gelek hisarên mezin derketin holê.

Her wiha di nav van salan de Serokê Îraqê Saddam Huseyîn hat îdam kirin û serokê El Qaydeyê Osama Bîn Ladîn ji alîyê hêzên Amerîkî ve hat kuştin.

Îro gelek sîyasetvan hevbîr in ku Bihara Ereban ya ku li welatên Rojhilata Navîn berdewam dike, encameke êrîşen 11’ê Îlonê ye.

Me jî xwest jibo guhdarên Dengê Amerîka hizrên çend Dîyarbekirîyan bizanin gelo ew di derbarê 11’ê Îlonê çi difikrin.

Kerem bikin bi lînka “Guhdarî kirin”a jorîn guh bidine vê raportê.

XS
SM
MD
LG