CPJ Bang li Berpirsên Herêma Kurdistanê Dike ku Rojnamevanê Sûrî Silêman Ehmed Serbest Berdin

Rojnamevan Silêman Ehmed, Roj News

Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) piştî ku dadgeha tawanan ya Duhokê bi tawana sîxuriyê sê sal cezayê girtîgehê li rojnamevanê Sûrî Silêman Ehmed birîn, daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê kir ku wî serbest berde.

"Komîteya Parastina Rojnamegeran ji cezakirina rojnamevanê Sûriyeyî Silêman Ehmed ku ev 9 meh in girtî ye nîgeran e. Em bang li rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê dikin ku bêyî derengmayîneke din wî serbest berdin û cezakirina rojnamegeran ji ber karê wan rawestînin," Yeganeh Rezaian, kordînatora progarama MENA ya rêxistinê li Washington D.C got.

Parêzerê Silêman Ehmed, Remezan Ertîsî, ji Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) re got ku rayedaran ew bi tawana sîxuriyê ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ceza kirine û plan dike ku ji nû ve cezayê wî were vegerandin.

Silêman Ehmed nivîskarê beşa erebî ya Rojnewsê bû li ofîsa Silêmaniyê, Rojnews nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê ye .

Ertîsî û Luqman Ehmed her du parêzer û mafparêzên ku berevnaiyê ji rojnamevanên girtî dikin.

Luqman Ehmed dibêje" tawan tenê amûrek e ji bo tolhildana dijî rojnamevan." Wî got ku dadgehê tu delîlên tawanan tune û proseya dadgehkirinê "gelekî neadil bû."

Ehmed dibêje parêzerên rojnamevan jî piştî fişara ofîsa Netewên Yekbûyî û konsulxaneyên biyanî şiayan destûrê werbigirin ku beşdarî dadgeha wî bibin.

Rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 25ê Cotmeha 2023ê Silêman Ehmedî dema ku piştî serdana malbata xwe ya li Sûriyê vegeriya Herêma Kurdistanê, hat girtin. Asayîşa Duhokê ew bi wê yekê tohmetbar kir ku “karê nehênî û neqanûnî” bo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kiriye.

Komîteya Parastina Rojnamevanan dibêje, wan pêwendî bi Rêvebirê Asayîşa Duhokê Zêrevan Baroşkî re kirine, lê ti bersiv wernegirtin