Piştî 4 mehan ji girtina rojnamevan Silêman Ehmed ku ji Efrînê ye û ji alîyê asayîşa PDK'ê li ser xala sînor hatîye girtin çarenivîsa wî nedîyar e, parêzerê wî dibêje, wan serî li hikûmeta navendî dane û dixwazin bi rêya Dadgeha Federal zextê li hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin da ku çarenivîsa wî eşkere bibe.
Parêzer Narîman Ehmed ku ji alîyê malbata Silêman Ehmed ve jibo kar li ser dosyeya wî were kirin hatîye erkdar kirin, ji Dengê Amerîka re got, “Em neçar in ku dosya xwe bigihînin dadgeha federal jiber ku em bê hêvî bûne, jiber ku sazîyên Herêma Kurdistnaê li gor yasayê tev nagerin, bi tyabet sazîyên cîbicîkrina qanûnê û yên ewlehîyê, ew ne li gor biryarên dadger tev digerin, dema weha be ev binpêkirina xala 40an ya usola dadgehane ku divê ku pêgirîyê bi biryara dadger bikin.”
Rojnamevanê Rojnewsê yê beşa Erebî 25’ê Cotmeha sala borî de dema ji Rojava vedigerîya li xala sînorî ya Sêmalk ve hinda bû.
Di 30ê Cotmeha 2023an de, Rêvebirîya Asayişa Dohukê derbarê mijarê de daxuyanîyek dabû.
“Hêzên ewlehîyê kadroyekî PKKê yê bi navê Silêman Ehmed ku jiber karên veşartî û neqanûnî jibo PKKê encam didan, hatîye girtin. Di dema lêpirsînê de ew li tawana xwe mukir hatiye, jiber wê yekê ewî wî dadgeh bikin û li gor yasayê biryarê bidin," daxuyanî gotibû.
Dengê Amerîka pêwendî bi berdevkê asayîşa giştî ya Hewlêrê Aştî Mecîd, û Dr. Dîndar Zêbarî, kordînatorê pêşnîyarên Nêvdewletî û Vîyan Ebbas sekretera liqa Duhokê ya Yekîtîya Rojnamevanên Kurdistanê kir, lê ew bizav bê encamp man.
Lê, Karwan Enwer, serokê şaxê Silêmanîyê ya Yekîtîya Rojnamevanên Kurdistanê ev dosya "sîyasî" bi nav kir û got ku girtina wî "ti pêwendîya wî bi medyayê re tuneye."
Enwer ji Dengê Amerîka re got ku doza Ehmed sîyasî ye, ne medyayî ye.
Piştî 3 meh û 20 rojan ji desteserkirina wî ne malbat û ne jî parêzerên wî nikarin wî bibînin. Rayedaran ji bilî daxuyanîya 30'ê Cotmehê ti daxuyanîyên din nedane. Parêzerê wî vê yekê wekî "binpêkirina qanûnî û destûrî" bi nav dike.
Weke pispor dibêjin dernexistina rojnamevan ya pêş dadgehê binpêkirina xala 19an û xala 11an destûra Îraqê ye, jibo wê yek parêzer dibêje "me hewilên xwe li Bexdayê zêde kirine."
"Berî du rojan parêzerekî din bi navê Mihemed Casim Hentoşî serdana ofîsa serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa Sûdanî kir da ku dosyeyê ji wî re eşkere bike.
Şêwirmendê serokwezîrê Îraqê bo mafên mirovan bi me re derbarê dosyayê di pêwendîyê de ye ji bilî veguhestina gilîkirinê bo ofîsê, emê hewl bidin ku gilî li dadgeha federalî jî bikin," parêzer Nerîman Ehmed got.