Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPJ Bang li Herêma Kurdistana Îraqê Dike ku Rojnamevanê Rojnewsê Demûdest Berde


Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) îro Çarşemê bang li karbidestên Kurdên Îraqê kir ku cihê rojnamevanê Sûrî Silêman Mihemed Ehmed dûmdest eşkere bike û wî berde.

Birayê Silêman Miheme Ehmed, Ehmed Mihemed Ehmed û edîtorê RojNewsê Botan Germîyanî gotin ku edîtorê Erebî yê Rojnewsê Silêman Mihemed Ehmed 25’ê Cotmehê ji alîyê rêvebirên Kurdên Îraqê li sînor Fayş Xebûrê hatiye girtin.

Li gor ragihandina nasên Silêman Mihemed Ehmed, ew piştî ji serdana malbata xwe ya li Sûrîyê vegerîye li Fayş Habur ya bi ser Duhokê ve peywendîya bi wî re qut bûye.

Kordînatorê Afrîqaya Bakur û Rojhilata Navîn yê CPJ Şerîf Mansur dîyar kir ku dvê Silêman Mihemed Ehmed demûdest were berdan.

Mansur got ku rojemvan li Herêma Kurdistana Îraqê bi awayekî ne qanûnî têne girtin û bi êrîşan re rûbirû dimînin ku ew rewş nayên qebûl kirin.

Wî dîyar kir ku divê rêvebirîya Herêma Kurdistana Îraqê destûrê bide rojnamevanan ku ew bi awayekî azad bixebitin.

Walîtîya Duhokê ji Facebookê ragihand ku Silêman Mihemed Ehmed ne jiber karên rojnamevanîyê, lê jiber karên ne qanûnî yên jibo Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) hatiye girtin.

RojNews ya ku Silêman Mihemed Ehmed lê dixebite bi weşanên xwe yên nêzî PKK’ê tê zanîn.

CPJ heta niha jimareke caran tomar kiriye ku rojnamevanên li Herêma Kurdistana Îraqê bi êrîşan re rûbirû mane, hatine desteser kirin û girtin.

Jêder: CPJ

XS
SM
MD
LG