Piştî ragihandina Rêvebirîya Demkî hem ji nav Kurdan, hem jî ji bîragiştî ya cîhanî reaksîyonên erênî û neyênî bilind dibin.
Piştevanên vê planê dibêjin li herêma Kurdan valahîyeke rêvebirêyê heye û tiştekî pêdivî ye ku Kurd jîyana xwe ya rojane bi xwe birêve bibin.
Lê, dijberên vê projeyê bawer dikin ku ev projeyeke PYD ye û ti feyde ji Kurdan re nayîne. Hin partîyên Kurdan xwe ji vê hewlê dûr dixin û rexneyên xwe tînin vê biryarê.
Di heman demê de hin partîyên din jî hene ku piştgirî li vê Rêvebirîya Demkî dikin lê heta niha bi fermî beştarî di rêvebirîyê de nakin.
Partîya Yekîtîya Demokrat a Kurd li Sûrîyê (PYDKS) ji yek ji wan partîyan e. Cîgirê Sekreterê vê partîyê Mistefa Meşayîx di hevpeyvîna Dengê Amerîka de ragihandina Rêvebirîya Demkî dinirxîne û gelek xalan ronî dike.
Birêz Meşayîx dibêje, projeya Rêvebirîya Demkî tiştekî pir hêja ye û ew wek PYDKS ji destpekê heta dawîyê piştgirîya vê rêbevirîyê dikin.
"Ne rast e ku ev proje tenê ya PYD be. Ez wek endamê Komîteya Amadekar ya Rêvebirîya Demkî do hemî kombûnan de hazir bûm. Ev projeyeke hevbeş e û em hewil didin ku Encumena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) bi tevahî piştgirî bide vê rêvebirîyê."

Your browser doesn’t support HTML5