Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sekreterê Partîya Çep Musê: Rêvebirîya Demî Projeya Hevbeş e


Kurdên li Dêrîkê
Kurdên li Dêrîkê
Ragihandina Rêvebirîya Demî hem ji alîyê bîragiştî ya Kurdan hem jî di medyaya cîhanî de dengekî mezin da.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Sekreterê Giştî yê Partîya Çep a Kurd, Mihemedê Musê agahîyên girîng li ser vê projeyê dide û armanca vê rêvebirîyê ron dike.

​Birêz Musê dibêje, valahîyeke mezin heye û armanca vê rêvebirîyê dagirtina wê valahîyê ye.

"31 meh in ku şer li Rojava û Sûrîyê didome û di warê karên ewlehî, civakî û xizmetkarî de valahîyeke mezin heye. Em hêvî dikin ku ev rêvebirî ji pêdivîyên heyî re bibe bersîveke baş."

Birêz Musê red dike ku ew rêvebirê, projeyeke taybet ya PYD ye. "Rast e ku PYD bi wê pêşnîyarê hat, lê gelek partîyên Kurd yên wek Partîya Çep û pêkhatên din yên wek Ereb, Çeçen û Mesîhî ji piştgirîya vê rêvebirîyê dikin û nav de cîh digirin."

please wait

No media source currently available

0:00 0:12:33 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG