Piştî ragihandina Rêvebirîya Demkî hem ji nav Kurdan, hem jî ji bîragiştî ya cîhanî reaksîyonên erênî û neyênî bilind dibin.
Piştevanên vê planê dibêjin li herêma Kurdan valahîyeke rêvebirêyê heye û tiştekî pêdivî ye ku Kurd jîyana xwe ya rojane bi xwe birêve bibin.
Lê, dijberên vê projeyê bawer dikin ku ev projeyeke PYD ye û ti feyde ji Kurdan re nayîne. Hin partîyên Kurdan xwe ji vê hewlê dûr dixin û rexneyên xwe tînin vê biryarê.
Di heman demê de hin partîyên din jî hene ku piştgirî li vê Rêvebirîya Demkî dikin lê heta niha bi fermî beştarî di rêvebirîyê de nakin.
Partîya Demokrata Kurd li Sûrîyê anku El Partî ji yek ji wan partîyan e. Serokê vê partîyê Nasredîn Îbrahîm di hevpeyvîna Dengê Amerîka de ragihandina Rêvebirîya Demkî dinirxîne.
Birêz Îbrahîm ragihandina rêvebirîyê gaveke pozîtîf dibîne û pesna wê dide.
Ew dibêje, wek endama Encumana Niştîmanî ya Kurd, ew hêvî dike encuman giştî tev li vê rêvebirîyê bike.
"Ev projeya Rêvebirîya Demî projeyeke hevbeş ya navbera her du meclîsan bû. Lê, heft nûnerên encumanê ku bi vê rêvebirîyê berpirs in, jibo berjewendîyên xwe ev proje îmza nekir."
Îbrahîm dîyar dike ku eger encumen biraya tevlîbûnê nede, hîngê ew wek Partîya Demorata Kurd beştarî vê rêvebirîyê bin.