Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de nivîskar û pisporê Rojhilata Navîn Mustefa Reşîd ragihandina Rêvebirîya Demkî li Kurdistana Sûrîyê şîrove dike.
Birêz Reşîd dibêje, ev proje gaveke pir erênî ye jiber ku Kurd û pêkhatîyên din yên Rojava xwe rêve dibin.
Reşîd rexne li hin partîyên Kurd dike ku jibo hesabên biçûk êrîşî vê rêvebirîyê dikin û di nav Koalîsyona Sûrî de cîh digirin.
Mustefa Reşîd ku berî salekê, di hevpeyvîneke me de pêşnîyara sîstema kantonan ya Swîsre kiribû.
Ew dibêje, li gor şert û rastîya Rojava, ev sîstem rêka herî baş ya rêvebirinê ye.