Ajnasa Reuters roja Pêncşemê ragihand ku rojnama Sabah ya alîgira hikûmetê gotiye ku hikûmeta Enqerê rê dide partiya alîgira kurdan ku serdana serokê PKK'ê yê girtî li girava Îmralî bike.
Partîya alîgira Kurdan DEM Partî ya ku endamên wê di parlementoya Tirkiyê de hene, dê hevdîtinê encam bide.
Rojnameya Sabahê roja Pêncşemê ragihand, piştî nêzî 10 salan ev yekem hevdîtina bi vî rengî tê saz kirin.
Rojnamê di malpera xwe de gotîye, şanda DEM Partî dibe ku roja Pêncşemê yan Înê here girava Îmralî li girtîgeha ku Ocalan tê de girtîye hevdîtinê bikin.
Lê rojnamê çavkaniya derabrê hevdîtinê û çûna şandê ti agahî nedan.
Ev biryar hat dayîn, piştî pêşniyara Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî hevalbendê sereke yê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hat, ku wekî beşek ji hewldana bidawîkirina şerê çekdarî yê di navbera PKK û dewleta Tikriyê de.
Koma şervanên Partiya Karkerên Kurdistan ku bi (PKK) tê nas kirin nêzî 40 sale ku şer li dijî dewleta Tirk dimeşîne, û li Tirkiyê tevgerek qedexe ye.
Ji hejî bîrxistinê ye ku Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî roja 22ê Cotmeha 2024ê bang li Ocalan kiribû ku di komcivîna DEM Partî de banga sekinandina PKK’ê bike ku wê gotinê di rojeva Tirkîyê de deng vedabû.
Jêder: Reuters