Di encama raporta Doza Kobanê de ji 35 kesan re bêtirî 400 sal ceza hate dayîn.
Piştî 3 salan şunda Doza Kobanê di 16 Gulanê 2024’an de hate dawî kirin. Di vê derê de li ser 108 kesan doz hate vekirin, lê di derheqa 73 kesan de cezayek nehat dayîn.
Hevserokên HDP’ê Selahattin Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî tê de di derheqê 35 kesan de cezayên giran hatin birin.
Di vê dozê de 5 kes jiber temamkirina cezayan hatin berdan, 12 kes jî hatin berat kirin.
Li gor encama raporta dozê, Selahattîn Demîrtaş di 53 xalan de hate darizandin û 42 sal û 8 meh, Fîgen Yuksek dag jî 40 xalan de 30 sal û 3 meh ceza girtin.
Di derheqa biryara Doza Kobanê Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ragihand û got, “Emê li benda pêvajoya îstînaf û îtîrazê bin.”
Opozîsyona serekî Partîya Gel ya Komarî (CHP) bi heyetekê ev doz şopand û cezayên ku hatin dayîn bi tundî rexne kir.
Parlamanterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu li ser vê encama cazayan bertêkên xwe ji Dengê Amerîkayê re dîyar kir.
Tanrikulu dibêje, “Doza Kobanê dozeke sîyasî ye. Di vê derê de em nikarin bêjin ku bi fikarên hiqûqî ev doz hatîye vekirin. Bi awayekî sîyasî ye. Cezayên ku hatin dayîn pêkan nîne em bipejirînin. Ev wisa dixwîye ku wê di sîyaseta Kurd de rengekî din bide nîşandayîn.”
Di çapemenîya Tirkîyê de jî ev doz bi du şêwazî hate nîrxandin. Alîgirên hikûmetê ne ev encam pejirandin, lê yên ku nêzî opozîsyonê ne bi zarekî rexneyî nêzîkî vê encamê bûn.
Doza Kobanê li ser esasên 6-8’ê Cotmeha 2014’an hatibû vekirin. Di dema bûyerên Kobanê de, li gor daneyên desthilatîyê 47 kes di van bûyerande mirine û desthilatî di vî warî de jî rayedarên HDP’ê tawanbar dike.
Berdevka artîya Wekhevî û Demokratîk ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan îro di pereskonferansê de ragihand ku di bûyerên ku 6-8 Cotmehê de pêk hatine ti kesî ceza negirtîye.
“Di vê derê de îdia dikirin ku kuştin, birîndarkirin, zarardayîna mal, şêlandin, ku di van hemû sucan de mehkemê beraat da û ti kes jî nehat ceza kirin.”
Dogan li ser cezayên ku hatin dayîn jî rawestîya û ev yek wiha şîrove kir:
“Pirtir jê 400 sal ceza jibo 35 kesî hate dayîn. Qaşo doz li ser bûyerên 6-8 Cotmehê hatibûn vekirin. Lê di mehkemê de hate eşkerekirin ku ti kesî di vî warî de ceza negirt. Wateya wê jî ew e ku sîyasetvanên Kurd jiber nêrîn û ramanên xwe hatine ceza kirin.”
Piştî birîna van cezayan komeleyên mafên mirova di serî de, gelek rêxistinên demokratîk jî li hemberî van cezayan bertekên xwe dîyar kirin.
Hêjayî balkişandinê ye ku DEM Partî piştî civîna Desteya Rêvebirîya Navendî (MYK) ragihand ku ewê sibê li Amed, Edene û Stenbolê çalakîyên nerazîbûnê li dar bixe.
Your browser doesn’t support HTML5