Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Baroya Amedê Cezayên di Doza Kobanê de Şermezar Dike


Kobani Trial
Kobani Trial

Di Doza Kobanê de îro Pencşemê dadgeha li Enqerê ku tevî hevserokên berê yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag li gelek sîyasetvanan cezayên giran birî.

Baroya Amedê bi daxuyanîye cazeyên Doza Kobanê şermezar kir û got ku di doza ku mafê darizandina dadmend, bi taybet jî mafê parastinê hate binpê kirin û biryarên dadgehên navnetewî nehatin cîhanîn.

“Careke din xuya bû ku dadgeh bi armancên sîyasî tevdigere û nikare biryarên bêalî û serbixwe bide. Ev biryara ne hiqûqî ya ku sîyaseta demokratîk dike armanc, di wîjdana gel de bê wate ye. Tevî derbazbûna sed salî re jî, mixabin hîn jî ruhê Dadgehên Îstiqlalê li salonên dadgehê hebûna xwe didomîne, “ Baroya Amedê got.

Yek ji parêzerên Demîrtaş, Ramazan Kaya jî ji Dengê Amerîka re got ku ew wek tîma parastina ji destpêka doze vê bi delîlan nîşan didin ku bi ti awayî ti pivanên hiqûqî nehatiye kar anîn.

Kaya got ku dadgehê hîn belgeyên cezayên li Demîrtaş, Yuksekdag û sîyasetvanên din radestî wan nekirine.

“Em jî niha ji derveyî avahîya dadgehê hewil didin ku rewşê bişopînin. Em jî bi niha tenê qasî ku medya radigîne, dizanin.“

Kaya dîyar kir ku piştî ku ew biryarên dadgehê bi fermi bi dest bixin, dijî cezayên îro hatine dayîn wê gavên hiqûqî binirxînin û bîragiştî agahdar bikin.

XS
SM
MD
LG