Hevserokên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari Oruç ser cezayên Doza Kobanê bertek nîşan dan.
Bakirhan dîyar kir ku bi Doza Kobanê Kurd û şoreşger hatine ceza kirin û got ku ew wan cezayan nas nakin.
‘’Ruhê Mehkemeyên Îstiklalê, ruhê darizandinên 12’ê Îlonê bi biryarên Doza Kobanê jinûve sax bûne.’’
Wî dîyar kir cezayên giran yên Doza Kobanê li vê demê rast hatine ku di rojeva Tirkîyê de peyamên nermbûn û normalbûnê hene.
Bakirhan got ku bi biryarên Doza Kobanê hin alî dixwazin ku sîyaseta Kurdan pûç bikin, lê ewê berxwedana xwe bidomînin.
Hevserokê DEM Partî dîyar kir ku ew biryarên cezayan nas nakin û got ku ewê hevalên xwe azad bikin.
Tulay Hatîmogullari Oruç jî ser biryarên Doza Kobanê got ku ‘’qirkirineke hiqûqî’’ ye.
‘’Li Tirkîyê tiştekî bi navê dadgehê nemaye. Careke din derbeke hiqûqî, derbeke sîyasî çêbûye.’’
Wê got ku hemî hevalên wan yên hatine darizandin di bi wîjdana cîhanê hatine berdan.
Dema biryarên Doza Kobanê dihatin ragihandin parlaman Tirkîyê xebatên didomandin.
Parlamanterên DEM Partî û Partîya Gel ya Komarî (CHP) ser biryarê destên xwe li maseyan xistin û biryar protesto kirin.
Di Doza Kobanê de jibo ji hevserokên berê yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş 42 sal û jibo Fîgen Yuksekdag 30 sal 3 meh cezayê girtîgehê hat dayîn û biryar hat dayîn ku girtîbûna wan bidome.
Jibo Gultan Kişanak, Sabahat Tuncel, Ayla Akat, Ayşe Yagci û Meryem Adibelli, ku jiber dozê girtî bûn, biryar hat dayîn ku werin berdan.
Jêder: Ajansa Mezopotamya