Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirkîyê di Doza Kobanê de Ceza Dibarîne


Di Doza Kobanê de, ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de, 108 kes tên darizandin biryar tên eşkere kirin.

Dadgeh bi îdiaya lidarxistina çalakîyên li dijî êrîşên DAIŞ’ê yên ku di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de çêbûbûn, hatibû vekirin û 18 ji wan girtî, bi giştî 108 sîyasetvan tên dadgeh kirin.

Li gor agahîyên pêşîn ji Ahmet Turk re jiber “endamtîya rêxistinê” 10 sal cezayê zindanê hate birîn, ji Alî Urkut re 16 sal cezayê zindanê û jiber helwesta di dema darizandinê de ev ceza ji 13 sal û 4 mehan re hatin daxistin û biryara domandina rewşa girtî hate dayîn.

Yuksegdag bi 19 sal cezayê zindanê hate ceza kirin û biryara domandina rewşa girtî hate dayîn.

Dijî Demîrtaş jî bi îdiaya "alîkarîya têkbirina yekîtî û yekbûna dewletê" 20 sal û bi îdiaya "azirandina kirina tawanan" 4 sal û 6 meh cezayê zindanê hate dayîn. Herwiha, jibo axaftina wî ya di Newroza 2016an de 2 sal û 6 meh, jiber axaftina wî ya 29ê Şubata 2016’an ya li Amed'ê 1 sal û 6 meh ceza hate dayîn.

Dîsa, jibo Sebahat Tuncel bi îdiaya "endamtîya rêxistinê" 8 sal cezayê girtîgehê hate dayîn û jiber ku dema li zindanê maye hatiye nirxandin, biryara derxistina wê ji zindanê hate dayîn.

Altan Tan, Ayhan Bîlgen û Aysel Tugluk, Îbrahîm Bînîcî hatin beraat kirin.

Nûçegîhanê Me Doza Kobanê Dişopîne
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:30 0:00
XS
SM
MD
LG