TASNIM: Keştiya Êrîşkar ya Îranê Gihîşte Deryaya Sor

Keştiyên Şer yên Îranê li Kendavê

Ajansa Nûçeyan ya TASNIM ya Îranî roja Duşemê ragihand ku keştiyeke deryayî ya Îranê ji Tengava Bab El-Mendab derbasî deryaya Sor bûye û got ku ew ji bo "ewlekirya geştên keştiyan hatiye hinartin."

Ajansa nîv fermî ya dewletê diyar kir ku keştiya şer ya Alborz gihiştiye deryaya Sor, û gemiyên şer yên Îranê "li herêmê kar dikin da ku rêyên bazirganiyê ewle bikin, û li hember cerdekarên deryayî rawestin, û erkên din pêk bînin."

Wê bal kişand ser wê yekê ku keştiya wêranker ya Îranê "piştî nûjenkirin û zêdekirina sistema teknîkî ya nûdem, ew vegeriya fîloya keştivaniya Îranê ya başûrê welêt.

Vê jî bixwîne: Di Êrîşa Amerîka ya Ser Keştiyên Hûsiyan 10 Kuştî û 2 Birîndar Hene