Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Gefa Girtina Deryaya Spî Li Ser Gazayê Dixwe, Bê Ku Bêje Çawa


Fermandarekî Pasdarên Şoreşa Îranê got dibe ku Deryaya Spî were girtin eger Amerîka û hevalbendên wê li ser "sûcên" li Gazayê berdewam bin, li gor medyaya Îranê ku îro Şemiyê ragihand, bê ku şirove bike ka dê ew girtin çawa bibe.

Îran piştgirîya Hamasê li dijî Îsraîl dike û ew Amerîka tawanbar dike bi piştgirîya tiştên ku ew bi tawanên Îsraîlî li Gazayê bi nav dike, ku hefteyekê ji bombebranê, bi hezaran kes kuştin û piranîya xelkê ji malên wan derxistin.

Ajansa Tasnim ji ser zarê fermandarê hevrêziya Pasdaran General Mihemed Riza Neqdî ragihand ku "ew ê di demeke nêzîk de li benda girtina Deryaya Navîn, (Tengava) Gibraltar (Cebel Tariq) û rêyên din ên avê bin."

Grûpa Hûsî ya girêdayî Îranê ya Yemenê di meha borî de êrîşî keştiyên bazirganiyê yên ku di Deryaya Sor re diçûn, kir, weke tolhildana êrîşa Îsraîlê ya li ser Gazayê, û hîşt ku hin kompanî rêyên keştiyên xwe biguherînin.

Koşka Spî roja Înê got ku Îran "bi kûrahî" beşdarî plankirina operasyonên dijî keştiyên bazirganî li Deryaya Sor bû.

Îranê bi xwe ti rêyeke rasterast bi Deryaya Spî re nîne û ne diyar e ka dê Pasdar çawa wê bigirin, her çendî Neqdî behsa "jidayikbûna hêzên nû yên berxwedanê û girtina rêyên din ên avê" kir.

Neqdî got: “Duh Kendava Farisî û Tengava Hurmuzê ji wan re bûye reşxewn û îro jî li deryaya sor asê mane.”

Tekane grûpên ku Îran piştgirîya wan dike li ser Deryaya Spî, Hizbullah a Lubnanê û milîsên hevalbendên wê li Sûriyê ne.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG