Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: Piştî Êrîşa Ser Helîkoptera Amerîkî û Keştiyê, Me Sê Keştiyên Hûsîyan Binav Kirin


USS Eisenhower li avên deryayî li Rojhilata navîn
USS Eisenhower li avên deryayî li Rojhilata navîn

Fermandarîya Navendî ya Hêzên Amerîkî (CENTCOM) roja Yekşemê di daxuyaniyek de ragihand ku piştî çekdarên Husî yên Yemenê ku Îran piştgîriya wan dike li başûrê deryaya Sor êrişî helkoptereke Amerîkî û keştiyeke bazrganî kirin, di bersivdanê de me sê keştiyên Hûsîyan jêrav kirin.

CENTCOM'ê di hesaba xwe ya X'ê de, roja Yekşmê got"31'ê Kanûna Pêşî li gor (dema Sanayê) seat di 6:30'ê serê sibê de, keştiya MAERSK HANGZHOU di kêmtirî 24 seatan de du caran alîkarî û îşareta hişyariyê şand ku ew rastî êrîşa 4 gemiyên biçûk yên Husîyên ve tê."

Daxuyanî dibêje ku gemiyên biçûk "bi çekên sivik" gule berdane keştiya MAERSK ya barhelgir, "û bi qasî 20 metreyan nêzî wê bûn û hewl dan ku bikevin nava keştiyê."

CENTCOM bal kişand ser wê yekê ku "tîmeke karmendên ewlekarî ya bi girêbest ya keştiyê bi gulebarandinê bersiv dan ", berî ku helîkopterên Amerîkî wan hişyar bikin ku ji keştiyê dûr kevin, lê wan gule berdane helîkopterên Amerîkî jî".

Fermandariya Navendî diyar kir ku helîkopterên ji USS EISENHOWER (CVN 69) û GRAVELY jibo xwe parastinê bersiv dane gemiyan û di encamê de 3 ji 4 gemiyên Hûsiyan binav bûn û çekdarên tê de bûn jî hatine kuştin.

Ajansa Reutersê ji zarê Kompaniya Keştiya Maersk ragihand ku endamên keştiyê sax in, "û nîşana şewatê di keştiyê de nîne."

Kompaniyê herwiha got, "keştî dikare geşta xwe ber bi bakur bidomîne", kestî ji Sîngaporê ber bi bendera Sûweysê ya Misrê ve diçû.

Ajansa Reutersê jî, ji zarê ajansa nûçeyan ya Denîmarkî ragihand ku "Maersk dê ji bo heyama 48 seatan hemû kar û geştiyariya xwe ya li derayay Sor rawestîne."

Ji hejî bîrxistinê ye ku Fermandarê payebilind yê hêzên deryayî yên Amerîkî li Rojhilata Navîn roja Şemiyê gotbû, Hûsiyên Yemenê ti nîşanek û niyeta bidawîkirina êrîşên xwe yên "beredayî" li ser keştiyên bazirganî li Deryaya Sor nîşan nadin, tevî ku zêdetir welat beşdarî peymana navnetewî ya parastina geştiyariya bazarganî dibin, bo başkirina tevgera keştiyên bazirganî di avên herêmî de.

Jêder:Reuters/AP/CENTCOM

XS
SM
MD
LG