Wezîrê Derve yê Brîtanya David Cameron di pêwendiyeke telefonî de ligel hevtayê xwe yê Îranî Huseyin Amir Abdollahian got ku Tehran "Beşdare di berpirsiyariya pêşîgirtina li êrîşên Hûsîyan" di deryaya Sor de.
Cameron roja Yekşemê di nivîseke xwe ya li ser platforma X'ê de got "Min zelal kir ku Îran hevpare di perpirsyariya nehiştina êrîşên Husîyan de" jiber ku ew demek dirêje piştgîriya Hûsiyan dike û got ew êrîş "gefe li ser jiyana kesên bê tawana û aboriya cîhanê."
Ev di wê demê de ye ku êrîşên Hûsiyan li avên deryayî li herêmê li dijî geştên keştiyên bazirganî dom dikin.
Ji hejî bîrxistinê ye ku êrîşên ser keştiyên bazirganî li herêmê bi taybet li deryaya Sor zêde bûne piştrî êrîşa Hamasa ya ser Îsraîlê di 7 Cotmehê de û tundbûna şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de li Gaza û herêmên din yên Fîlistiniyan.
Hûsiyan gelek caran di daxuyaniyên xwe de ragihandine ku jiber êrîşên Îsraîlê yên ser Gazayê ewê êrîşî her keştiyekê bikin ku girêdayî Îsraîlê be, ber bi benderên Îsraîlê ve herin, yan jî keştiyên şerîket û welatên ku alîkariya Îsraîlê dikin.
Hamsa kû di lîsta terorê ya Amerîka û hin welatên din de ye, li 7ê Cotmeha borî êrîşî herêmên Îsraîlê kirbû, herî kêm 1400 kes hatbûn kuştin û nêzî 240 kes jî dîl girtbûn.
Ji encama êrîşa Hamasê artêşa Îsraîlê piştî 10 roja êrîşên tund birin ser kerta Gazayê û êrîş ketin di hefteya xwe ya 13'an de.
Rayedarên desthilatdar li Gazayê dibêjin heta niha di êrîşên Îsraîlê de zêdetirî 21 hezar kes hatin kuştin û zêdetirî 56 hezar kes birîndar bûne.