Li gorî agahîyên tekez ji çavkanîyên sivîl ji herêm û navçeyên Helebê, HSD ji gundewarê Minbicê û navçeyên Dêr Hafir, balafirgeha Kiwêsir, Til Eren, Til Hasir û Nobil û Zehra ber bi taxên kurdan li Helebê Eşrefîyê, Şêx Meqsûd ve diçin.
Ev dever hemû yên navbera rojhilatê Helebê heya ber bi Minbicê ve rejîm û mîlîsên se bi Îranê ve xwe jê vekişandin, û HSD yekser ew dever kontirol kirin.
HSDê nexwest vê agahiyê piştrast bike, lê çavkanîyekî xwecihî ji Dengê Amerîka re ev yek tekez kir.
Di nava Helebê de, hêzek mezin ya HSD gihşt taxên Kurdan li Helebê, û ber bi nexweşxana Osman kontirola xwe berfireh kir her wisa HSD balafirgeha navendî ya Helebê jî kontirol kir.
Li taxên kurdan li Helebê, kurd di amadebaşîyê de ne.
Parêzer Eladîn Kalo ji Dengê Amerîka re tekez kir ku heya niha HTŞ beranberî hêzên kurdan ve nehat ye.
Kalo tekez kir ku kurdên Helebê li kêleka hêzên HSD di amadebaşîyê de ye.
"Danê êvarê gihiştin dewareya duyem li cem xala ku heval liwir bi pêşde çûbûn, bi hevre sekinîn lê tu tişt çênebû, hevala nehiştin ew derbasbin. Ew jî fitlîn, xelk hazir û amedene û heval parastina Şêx Meqsûd u Eşrefiyê dikin, ji ber vê yekê tu şer li vir ne qewimiye. "Kalo got.
Di heman demê de Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) bi dehan taxên bajarê Helebê kontirol kirin, bêyî ku rêjîm berxwe bide.
HTŞ taxên “Bustan El-Qesr, El-Kelasa, El-Firdews, El-Qasila, El-Qelaa û derdora wê, El-Cemiliye, Selah El-Dîn, Bustan El-Zehra, El-Fayd. Heleba Nû, El-Raşidîn (Navçeya çarem - taxa pêncem), û herêma pîşesazî ya Ramûsê, El-Hemdaniyê, û El-Mîrîdiyan, El-Furqan, û beşek ji Bab El-Naîrab, El-Ezîziyê , El-Saryan kontirol kirine.
Muhmed Menan çalakvanek kurdê li Helebê rûniştîye tekez dike ku rewşa taxên kurdan jî heya niha aram e, tevî bihîstina dengê balafir û topan li derdora van taxan.
"Çekdaran beşek mezin ji Heleb kontirol kir ye, piraniya xelkê wan taxa hatine Şêx Mesûd û miletê vir jî amedeye û hêz amedeye û Şêxmeqsûd nakeve û wê berxwe bide ku şer derkeve," Menan got.
Şîrovekar bawer dikin ku ev tevgera leşkerî ya bi lezûbez bi erêkirina hêzên navnetweyî yên di şerê Sûrîyê de bi bandorin bi armanca tunekirina hêz û mîlîsên Îranê li Heleb û gundewarê wê pêkahtîye.
Şîrovekar Emced Kurdo vderbarê vê yekê dibêje, "Kurd dê xwedî rolek mezin bin di kêmkirina bandora Îranê li Sûrîyê."
Heya amade kirina vê raporê şer û pevçûn li herêmê berdewam dikin.
Your browser doesn’t support HTML5