Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ISNA: Generalekî Pasdarên Şoreşa Îranê li Sûriyê Hat kuştin


Pasdarên Îranê
Pasdarên Îranê

Tora Nûçeyan ya Xwendekarên Îranî (ISNA) roja Pêncşemê ragihand ku Fermandarê giştî yê Lîwa Pasdarên Şoreşa Îranê Kiomars Pûrhaşimî li Sûriyê di di êrîşeke hêzên opozisyonê de bo ser pêgehên rejîma Sûriyê hat kuştin.

Doh, Çarşemê, grûpên cîhadî yên opozisyonê bi serkirdayetiya Hayet Tehrîr El-Şam, (HTŞ) êrîş kirin ser 12 bajarok û gundên parêzgeha Helebê ku di bin kontrola hêzên Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed de ye.

Zêdetirî 140 leşker û çekdarên Sûrî ji Heyet Tehrîr el-Şam û komên din hatin kuştin di pevçûnên tund de ku di navbera her du aliyan de li bakurê rojavayê welat qewimîn.

Li gorî Çavdêriya Sorî Bo Mafên Mirov (SOH) datayên nû yên derbarê pevçûnan ragihand, ev di demekê de ku Wezareta Berevaniyê ya rejîma Sûriyê, ji aliyê xwe ve, ragihand ku wê bersînga "êrîşeke mezin" ya grûpên çekdar li gundewarên Heleb û Idlibê girtîye .

Çavdêrî dibêje, "di şerên ku ji 24 saetan berdewam in de hejmara kuştiyan "gihîştiye 141 kesan. Di nav wan de 71 ji Heyet Tehrîr el-Şam, 18 ji komên Artêşa Niştimanî, û 52 endamên leşkerê Sûriyê hene."

Ev şerên ku li gundewarê Idlib û Helebê diqewimin, li gorî Çavdêriyê di nava çendîn salan de "Yên herî tund in."

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Berevaniyê ya rêjîma Sûriyê got ku Heyet Tehrîr el-Şam û grûpên din yên li gundewarê Idlib û Helebê hene" sibeha roja Çarşemê 27 Mijdara 2024an êrîşeke mezin li ser eniyek berfireh pêk anî. Hejmara terorîstan û bikaranîna çekên navîn û giran, gund û bajarokên ewle û nuqteyên me kirin armanc."

Wê got jî ku hêzên Sûrî bersiva êrîşê dan, "ku hîn jî berdewam e".

Beriya van şeran gelek meh li eniyên gundewarên Helebê li bakurê Sûriyê aramî hebû.

Agirbestek li Idlibê û derdora wê ji 6ê Adara 2020an ve di meriyetê de ye, ku hem ji aliyê Moskow ya ku piştgiriya rejîma Sûriyê dike, hem jî ji aliyê Enqerê ku piştgiriya komên çekdar dike, hat ragihandin, û piştî wê jî êrîşeke mezin ji aliyê hêzên rejîmê ve bi piştgiriya Rûsyayê hat destpêkirin.

Dem bi dem ev herêm ji aliyê çend aliyan ve rastî bombebarankirinê tê û ji aliyê Şam û Moskowê ve jî rastî êrişan tê. Lê agirbest hîn bi giranî berdewam dike.

Ji sala 2011an ve, Sûriyê bûye şahidê şerekî bi xwîn ku tê de zêdetirî nîv milyon kes hatine kuştin, wêraniyeke mezin li jêrxaneyan bûye, û bûye sedema koçberbûna bi milyonan mirovan li hundir û derveyî welat.

XS
SM
MD
LG