Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komên Çekdar yên HTŞ û yên bi Piştevanîya Tirkîyê Digihin Hin Taxên Helebê


Al û Wêneyê serokê Sûriyê li taxeke bakurê Helebê
Al û Wêneyê serokê Sûriyê li taxeke bakurê Helebê

Çekdarên Sûrî û hevalbendên wan yên bi piştgirîya Tirkîyê îro Înê gihiştin derdora bajarê Helebê yê li bakurê welêt, piştî ku du êrîşên bi otombîlên bombekirî pêk anîn.

Çekdar xwe digehînin hin taxên bajarê Helebê piştî şerê sê rojan ku weke êrîşên herî tund yên di çend salan de li dijî rejîma Sûrî tên nirxandin.

Ajansa Nûçeyan ya Fransî (AFP) li gor Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov radigihîne ku "Hayat Tehrîr el-Şam (HTŞ) û komên hevalbend... karîbûn derbazî derdora taxên El-Hemdanîye û Heleba Nû yên bajarê Helebê bibin piştî du êrîşên xwekujî bi du otombîlên bombebarkirî pêk anîn."

Li alîyekî din, David Carden, Alîkarê Mirovî yê Herêmî yê Neteweyên Yekbûyî, Koordînatorê Krîza Sûrîyê roja Înê ji Reutersê re got ku di pevçûnên li bakurê rojavayê Sûrîyê yên di sê rojên dawî de 27 sivîl hatine kuştin, di nav wan de heşt zarok jî hene.

Çavkanîyên artêşa Sûrî û yên grûpên çekdar dibêjin ku bi armanca vegerandina herêmên ku grûpên çekdar di êrîşên dawî de kontrol kirine, firokên şer yên Rûsya û Sûrîyê herêmên bakurê rojavayê welêt bombebaran kirin, ku cara yekê ye ew herêm dikevin jêr kontrol wan koman.

"Em ji vê rewşa ku nihe li bakurê rojavayê Sûrîy pir bi fikar in, êrîş û pervçûnên di sê rojên dawî de bo sedema mirina 27 sivîlan ku zarok ji di nav de hene û temenê hinan jêr 8 salîyê de ye."

Carden zêde kir û got ku sivîl û binesazîya sivîl li gor yasaya navdewletê divê nebin arman û werin parastin.

Jêder: Reuters/AFP

XS
SM
MD
LG