Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HTŞ li Bakur û Rojavayê Sûrîyê Pêş Dikeve û Nêzîkî Bajarê Helebê Dibe


Çekdarên girêdayî Sûriyê li Idlib di şerê li gel çekdarên cîhadî yên Hayat Tahrir al-Sham (HTS).
Çekdarên girêdayî Sûriyê li Idlib di şerê li gel çekdarên cîhadî yên Hayat Tahrir al-Sham (HTS).

Pevçûnên dijwar di navbera artêşa rejîma Sûrî û Hayat Tehrîr El-Şam (HTŞ) de di roja duduyê de li deverên bakur rojavayê Sûrîyê berdewam dikin.

HTŞ û çend komên din yên bi ser opozisyona Sûrî ve roja Çarşemê operasyonek Ii dijî pêgehên artêşa Sûrî û mîlîşyayên pê re li gundewarên Îdlibê û rojavayê Helebê destpê kiribû ku li gor medyaya nêzîkî opozisyonê HTŞ li wan deveran pêş dikeve û gelek gund ji dest hêzên rejîmê standine.

Herwiha, Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di pevçûnan de pirtir ji 150 leşker û çekdar ji her du alîyan hatine kuştin.

Ahmed Rahal, generalê berê yê artêşa Sûrîyê ku niha li Stenbolê dimîne dîyar kir ku deverên rastî êrîşê hatine hebûna rejîmê lê hindik e û pirtir di bin serwerîya mîlîşyayên Îranê û Hizbullah de ne ku HTŞ sûd ji mijûlbûna wan bi şerê Îsraîlê re li Lubnanê girtiye di vê demê.

Rehal herwiha îdîa kir ku ne dûre çira kesk ji Amerîka hebe ku ev êrîş pêk hatiye, "Ez Hayat Tehrîr El-Şam bi Amerîka û Îsraîl ve girênadim, lê îro berjewendîyên odeya operasyonên El-Fetih El-Mubîn bi Îsraîl û Amerîka re dighêjin hevdu jibo encamdana vê êrîşê li dijî hebûna Îran û ya Hibullahê li Sûrîyê".

Ahmed Rahal Şirovekarê Sûrî
Ahmed Rahal Şirovekarê Sûrî

Cîhê bîrxistinê ye ku deverên pevçûn lê diqewimin dikevin çarçoveya rêkeftinên Astana, herwiha lihevhatina Soçî ya agirbestê sala 2020an di navbera Rûsya û Tirkîyê de.

Li ser helwesta Tirkîyê ji vê operasyona HTŞê, Rehal got ku guvaşên Tirkî hebûn ku ev operasyon pêk neyê yan were paşxistin, lê dîsa jî operasyon dikeve berjewendîya wê de.

"Xala girîng ew e ku hemû daxwazên karbidestên Tirk jibo hevdîtina bi Beşar Asad re ji alîyê rejîmê ve dihat red kirin, lê ev operasyon îro dikare bi awayekê nerasterast be jî guvaşê di vê derbarê de bike", Rehal got.

Di yekem helwesta fermî ji alîyê rejîma Sûrî ve, Wezareta Berevanîyê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku "Rêxistinên terorîst yên di bin navê "Cebhet El-Nusra" de li gundewarên Heleb û Îdlibê êrîşek mezin pêk anîn, ku hêzên artêşa Sûrî bi hevkariya hêzên dost bersiva êrîşa terorîstan didin".

Her di vê derbarê de, hin çavdêran dîyar kir ku bi pêşketina HTŞ re li ser erdê, tenê çend kîlometir di navbera wan û bajarê Heleb de dimînin, herwiha rêya navdewletî M5 ku Heleb û peytext Şamê girêdide jî qut dike.

Li hember pêşketina HTŞê, balafirên şer yên Artêşa Sûrî û yên Rûsya çend deverên di bin destê HTŞ de ne bombebaran kir û li gor agahîyan hin sivîl bûne qurbanî, herwiha pir malbat derbider bûne û berê xwe dane herêma Efrînê.

Rojnamevan Roj Mûsa
Rojnamevan Roj Mûsa

Li ser pêşveçûna vê operasyonê rojnamevan Roj Mûsa dibîne ewê pir berdewam neke û eger HTŞ pirtir nêzîkî bajarê Helebê bibe Rûsya dê bersiveke xurt bide.

"Eger piştevanî ji çekdaran re çênebe, ev operasyon dê demkurt be. Lê rewşa van deveran dê çawa be hîn ne zelal e, bi nêrîna min rejîm dê bi alîkarîya Rûsya û Îranê wan vegerîne, ku hêza wê bi tenê jibo vê yekê tuneye. Dîsa jî yên herî zêde zerarê ji operasyon û pevçûnên leşkerî dibînin sivîl in", Mûsa got.

Hêjayî gotinê ye ku Hayat Tehrîr El-Şam bi awayekî sereke ji (Cebhet El-Nursa) baskê rêxsitina El-Qaîdê li Sûrîyê tevî çend komê din yê cîhadîst pêk tê.

Ew hin deverên bakur rojavayê Sûrîyê bi taybetî li parêzgeha Îdlib û gundewarên rojavayê Helebê bi rêya (Hikûmeta Înqazê) bi rêve dibe. Herwiha li deverên ku Tirkîyê dagir kirine weke Efrîn, Bab û Ezazê HTŞ di navê hin komên çekdar yên "Artêşa Netewî" tev digere.

Êrîşên Nû yên Cîhadiyan û HTŞ li Sûriyê.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:36 0:00
XS
SM
MD
LG