Deh Salan Piştî Êrîşên 11'ê Îlonê

Roja Sêşemê, 11’ê meha Îlonê sala 2001’ê komeke bi 19 kesî karîbûn 4 firokên mezin yên neferan bi rêwîyên wan birevînin û rêka firîna wan biguherin.

Terorîstan karîbûn du ji wan firokan li du avahîyên bilind yên Navenda Bazirganî ya Cîhanî li New York bidin û firokeke din jî li Wezareta Berevanîyê ya Amerîka ku bi Pentagon tê nasîn bidin, lê yek ji firokan ketibû xwarê, berî ku bikaribûn li armanca xwe xin.

Ev êrîş bûne egera kuştina nêzîkî 3 hezar kesan û birîndarbûna bi hezaran kesên din. Her wiha, zîyaneke mezin jî di encama wan êrîşan de çêbûn.

Di bersiva wan êrişan de, Serokê wê demê yê Amerîka George W. Bush di daxuyanîyeke piştî êrîşan de got, “Ev êrîş, ne êrîşên ji rêzê li dijî Amerîkayê ne, lê ragihandina şerekî li dijî me ye”.

Vekolînan nîşan da ku ew êrîş karê rêxistina terorîstî ya El Qayde ya bingeh li Afganîstanê bu. Piştî hinge, şerê dijî terorê destpê kir û çend meh pê neçûn ku dawî bi rejîma Talîban û desthilata El Qaydeyê li Afganîstanê anî.

Lê, ew şer hîn jî berdewam e û nîşanên hindê li seranserî cîhanê dîyar in.