Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêrînên Sîyasetvanên Kurdên Tirkîyê li 11’ê Îlonê


Nêrînên Sîyasetvanên Kurdên Tirkîyê li 11’ê Îlonê
Nêrînên Sîyasetvanên Kurdên Tirkîyê li 11’ê Îlonê

Roja Yekşemê 10-emin salvegera êrîşên 11’ê îlonê ye. Roja Sêşemê, 11’ê meha Îlonê sala 2001’ê, grubek radîkalên îslamî yên ku li ser navê rêxistina El Qayde’yê tevdigerîyan, bi çar firokêyan li ser sê avahîyên stratejîk yên Amerîkayê, bi firokeyan êrîş pêk anîn. Piştî vê rojê sîyaseta Rojilata Navîn ya Amerîkayê hat guhertin.

Serokê Giştî yê HAKPAR’ê Bayram Bozyel di derbarê 11’ê îlonê da dibêje piştî ku rejîma Sovyetê hilweşîya hêzên Îslamî berê xwe dan Amerîkayê û ev bi 11’ê îlonê gihîşte asta herî bilind.

Birêz Bozyel dîyar dike ku helbet li ser Rojhilata Navîn menfaatên Amerîkayê hene lê mirov nikare çavê xwe li encamên wê yên pozîtif jî bigre.

Endamê Kongreya Civaka Demokratîk Nijad Yaruk jî destnîşan dike ku bi êrîşên 11’ê îlonê îro li Rojhilata Navîn têgeh û dîzaneka nûh li cîhanê rûdaye. Birêz Yarûk dibêje encameka girîng ya van êrîşan jî ew e ku êdî her mafxwaz weke terorê tên binavkirin.

XS
SM
MD
LG