Li Sûrîyê xwepêşandanên dijî rejîma Beşar Esed ji 15ê Adarê vir ve didomin. Rêxistinên mafê mirovan dibîjin bêtirî 1000 kesan ji alîyê hêzên ewlekarî yên Sûrî ve hatine kuştin û nêzîkî 10.000 kes jî bi lêdan û êşkence hatine binçav kirin.
Rojnamevanê Kurd Cîhan Salih di hevpeyvîna Pişka Kurdî de pêzanînên nû yên li ser xwepêşandanên berdewam li Sûrîyê dide û rewşa heyî dinirxîne.
Birêz Salih dibêje, nerazîbûna civata navnetewî gelek girîng e û piştî gotinên Barack Obama yên li dijî Beşar Esed pirtir kes derketin kolanan û dengên xwe bilind kirin.
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn klîk bikin.
.