Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Gefên Tirkîyê Li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê


Gefên Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê metirsiyeke berdewam li nav xelkê herêmê derxistiye pêş û bûye bend li pêş pêşketina herêmê.

Ji proseya nûavakirina wêraniya ku Daişê li dû xwe hîştî bigir ta projeyên weberhênanê, hemî rastî dudiliya rûniştvanên wê deverê dibin bi sedema gefên ku Tirkîyê li wir disepîne.

Di demekê de ku Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê soz dide heta dawîyê berevaniya herêmê bike, hin şareza dibêjin tenê hebûna Amerîka li wir rêgir e li pêş êrîşeke din ya Tirkîyê.

Hebûna hêzeke biçûk ya Amerîka li herêmê cijhê dilxweşiya xelkê ye, lê tirsek heye ku rojek were û Amerîka bi temamî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişe.

Vekişîna hêzên Amerîkî ji Afghanistanê û biryara vekişandina leşkerên Amerîkî ji Îraqê berî dawiya salê, tirsa sînaryoyeka wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî derxistiye pêş.

Êrîşkirina Tirkîyê bo herêmên Rêveberiya xweser çiqas girêdayî ye bi vekişîna hêzên Amerka ji wir?

Çavdêr di vê derbarê de pêşbîniya çi guhertinan dikin û xelkê herêmê çi dibêjin?

Riyên çareseriyê çine û Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawa dikare xwe ji gef û êrîşên Tirkîyê biparêze?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Gêlo Îsa, endamê serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdî Sûrî ku li Kobaniyê dimîne û rojnamevan Şivan Îbrahîm ku li Qamîşloyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 17-8-2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:41 0:00


XS
SM
MD
LG