Roja Înê Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekgirtî bi tevahî erê kir ku çalakîyên derbaskirina alîkarîyên mirovî di deriyê Bab al-Hewa re bo Sûrîyê bo saleke din jî werin dirêjkirin.
Welatên Rojava xwesibûn ku derîyê Tilkoçer(al-Yarubiyah) yê di navbera Sûrîyê û Îraqê de jî were vekirin, lê hewlên wan bi ser neketin.
Tirkiyê bi xêrhatina biryara NY ya li dor derîyê Bab al-Hewa kir û got ku alîkarîyên Neteweyên Yekgirtî yên ku di wî dergehî re derbas dibin, ew bingehîn in di berdewambûna bersivdana çalak bo kirîza mirovî ya li Sûrîyê de û ji bo ewlekarî û seqamgîrîya herêmê.
Berpirsên rêveberîya xweser ya bakur û rojhilatê Sûrîyê nerazîbûna xwe ji têkçûna hewlên dubarevekirina dergehê Tilkoçer tênin ziman û dibêjin “ev birîyar sîyasî ye, û careke din Rûsîya berjewendîyên sîyasî dan pêş pêdivîyên mirovî."
Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekgirtî Linda Thomas-Greenfield ji rojnamevanan re gotibû lihevkirin nîşan dide ku ew dikarin bi Rûsan re li ser armancên hevbeş bixebitin.
Derîyê Bab al-Hewa çiqas girîng e ji bo gihîştina alîkarîyên mirovî bo xelkê sivîl?
Têkçûna hewlên jinûvekirina derîyê Tilkoçer çi zorê dide ser rêveberîya xweser û çi bandorê dide ser rewşa mirovî ya derbiderên wan herêman?
Siyaset çiqas tevlî van biryarên NY yên li dor Sûrîyê bûye?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:
Şêxmûs Ehmed, sereokê nivîsgeha koçber û derbideran li herêmên Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ku li bajarê Hesekê dimîne û Îbrahîm Mislim, şîrovekarê siyasî ji Frensa.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke