Îran û Amerîka ji meha Nîsanê vir ve axaftinên ne rasterast li Viennayê li dar dixine, bi mebesta jinûve vejandina rêkeftina navokî ya sala 2015an di navbera Tehran û hêzên mezin ên cîhanê de.
Dîplomatên ji her du alîyan dibêjin ku nakokî hîn li dar in û her alî dixwaze ku berî berdewamkirina qonaxa dawî ya goftûgoyan, alîyê din daxwazên wî pêk bîne.
Di vê navberê de hilbijartinên seroktîya Îranê hatin lidarxistin û serokekî nû hate hilbijartin.
Dîsa, Amerîka êrîşên esmanî birin ser hin mîlîtanên girêdayî Îranê li Sûrîyê û Îraqê û Îranê ew êrîş wek binpêkirina yaseya navnetewî bi nav kir.
Serokê Amerîka Joe Biden ji hevtayê xwe yê Îsraîlî Reuven Rivlin re piştrast kir ku ewê qet nehêle Îran li pêş çavên wî çekên navokî çêbike.
Ev mijar û hin mijarên din ên girêdayî piştgirîya Îranê ya grubên tundrê û terorîst li herêmê, li pêş nêzîkbûna Îranê û Amerîka bûne bend.
Berê pêwendîyên Amerîka û Îranê li ku ye û divê kî berê dest bi gava pêşxistina van pêwendîyan bike?
Serokê hilbijartî yê Îranê Îbrahîn Raisi wê çi rolê di vê derbarê de bilîze?
Derbazbûna demê ya bê îmzakirina rêketinekê, çiqas zîyanê digihîne hewlên Amerîka yên rêgirtina li duristkirina Îranê ya çekên navokî?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:
Reza Kaabî, cîgirê sekreterê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ku li Herêma Kurdistana Îraqê dimîne û Rehîmê Reşîdî, endamê Enstîtuya Gold bo kar û barên stratejîya navnetewî ku li vir li Washingtona paytext dimîne.
Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin: