Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Partîya Demokrata Kurdî: Divê Hikûmet bi Nûnerên Kurdan re Baxife


Serokê Partîya Demokrata Kurdî: Divê Hikûmet bi Nûnerên Kurdan re Baxife
Serokê Partîya Demokrata Kurdî: Divê Hikûmet bi Nûnerên Kurdan re Baxife

Serokê Partîya Demokrata Kurdî li Sûrîyê (El Partî), Dr. Abdulhekîm Beşar, di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, biryara Serokê Sûrî ya vegerandina mafê hemwelatîyê dinirxîne.

Birêz Beşar dibêje, vegerandina mafê hemwelatîyê gaveke pir biçûk e û divê hikûmet ti car ev maf ji destê Kurdna nestandibe.

Abdulhekîm Beşar her wiha dibêje, problemên Kurdên li Sûrîyê ji kêşeya hemwelatîyê gelek zêdetir in û divê problemên heyî ji alîyê sîyasî, aborî û civajî werine nirxandin.

Birêz Beşar helwesta hikûmeta Sûrî ya hevdîtinê ligel serok eşîran jî bu tundî rexne dike û dibêje, divê hikûmet bi nûnerên rastîn yên Kurdan re rûne û hevdîtina bike.

Serokê Partîya Demokrata Kurdî li Sûrîyê, Abdulhekîm Beşar di dawîya axaftina xwe de dibêje, ew û xortên Kurdan dê berdewam derkevin kolanan û ligel opozîsyona Sûrî daxwazên xwe yên azadî, wekhevî û demokrasîyê bilind bikin.

Kerem kin bi xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.

XS
SM
MD
LG