Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Redîf Mustafa: Divê Hikûmet Hemwelatîya Hemî Kurdan Vegerîne


Nexşeya Herêmên Kurdan li Sûrîyê
Nexşeya Herêmên Kurdan li Sûrîyê

Serokê Sûrîyê Beşar Esed îro dîyar kir ku ew dê mafê hemwelatîyê bidine bi hezaran Kurdên ku mafê wan ji destê wan hatibû standin.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Redîf Mustafa, Serokê Rêxistina Parastina Mafê Mirovan û Azadîyê (DAD) biryara Beşar El Esed şîrove dike.

Birêz Redîf dibêje, ev pêngav hewileke nû ya xweş kirina dilê Kurdan e û divê ev biryar jibo hemî kesên bê hemwelatî be.

Redîf Mustafa her wiha bang li hikûmetê dike ku bi rêxistinên civakî û partîyên sîyasî rûne û kêşeya gelê Kurd bi wî awayî çareser bike.

Heku bixwazin guh bidine dirêjîya vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn klîk bikin.

XS
SM
MD
LG