Xwepêşandanên li Sûrîyê li bajare Daraa ya başûr û li çed bajarên din dodomin û xwenîşander daxwaza pirtir azadî dikin û reforman dikin.
Hikûmeta Sûrîyê roja Pêncşemê dîyar kirîbû ku ew dê xebatê bike ku wekî beşek ji reforman, dawî li rewşa awarte ya dûr û dirêj bîne.
Xwenîşanderên Sûrî daxwaz ji Serok Beşar Esad dikin ku xencî rakirina rewşa awarte, her wiha girtîyên sîyasî jî azad bike û rê bide azadîya ramanê jî.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de berdevkê Yekîtîya Kurdistanî li Ewrupayê, Omer Dawud xwepêşandanên li Surîyê û sozên reformê ya hikûmeta Sûrî şîrove dike.
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn klîk bikin.