Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîye Mafê Hemwelatîyê Dide Kurdan


Herêmên Kurdan li Sûrîyê
Herêmên Kurdan li Sûrîyê

Serokê Sûrîyê Beşar Esed mafê hemwelatîya Sûrî da bi hezaran Kurdên ku li bakura rojavaya wî welatî.

Ev pêngav, wekî hewileke nû ya hikûmeta Sûrî ya xweş kirina dilê xwepêşandaran tê qebûl kirin ku daxwaza pirtir reform û azadîyên sîyasî dikin.

Medyaya dewletî ya Sûrî dibêje, birêz Esed îro Pêncşemê anku hefteyek piştî pêkhatina komîteya pêdaçûna serjimartina 1962'an hat, ku mafê kêmanîya Kurd ji wan hatibû standin.

Kurdên li Sûrîyê pir caran jiber helwesta neyênî ya hikûmeta Sûrî ya dijî wan nerazîbûna xwe dîyar dikir, ku gelek ji wan jiber tunebûna hemwelatîyê nekanîbûn kar peyda bikin.

Televîzyona dewletê her wiha ragihand, birêz Esed walîyê Himusê ji kar avêt. Bajarê Himus bibû navenda xwenîşandanên sê hefteyî yên dijî hikûmetê.

XS
SM
MD
LG