Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator Britt Bersîva Komarîyan Hember Gotara Biden Da


Senatora Komarî Katie Britt şeva Pêncşemê bersîva partîya xwe ragihand piştî ku Serokê Amerîkî yê Demokrat Joe Biden gotara salane li Kongresa Amerîkî pêşkêş kir.

Britt rexne li Serok Biden kir û got ku Amerîka li jêr rêvebirîya wî rûbirûyê gelek alozîyan bûye. Wê bi taybet dev avêt siyaseta Biden ya sînorê Amerîka ligel Meksîkayê ku çavdêr dibêjin krîzeke koçberîyê li wir diqewime.

“Krîza sînor ya Serok Biden cihê şermê ye, cihê fedîkarîyê ye. Ew hema bi tevahî dikare were rawestandin,” Britt got.

Serok Biden di gotara xwe ya salane de bang li endamên Komarî yên Kongresê kir ku bernivîsa qanûna parastina sînor erê bikin da ku ew îmza bike û êdî bibe qanûn. Lê, heta niha Komarîyên Kongresê nerazîbûnên xwe hember hinek xalên vê bernivîsê dîyar dikin.

Senatora ji wîlayeta Alabama herwiha siyaseta derve ya Biden rexne kir û bal kişand ser vekişîna hêzên Amerîkî ji Afganistanê ya di sala 2021’ê de û axaftinên derbarê rêkeftineke navokî ya nû ligel Îranê.

Senatora Komarî behsa Rûsya jî kir û got ku “dijmintîya hovane ya Putin li Ewrupa hevalbendên me xistine jêr metirsîyê. Komên terorîst yên ser bi Îranê ve Îsraîlyên Cihû û welatîyên Amerîkî kuştine. Wan keştîyên bazirganî kirine armanc û ji Cotmehê ve dora 200 caran êrîşî hêzên me kirine û dê leşkerên Amerîkî û du ji hêzên deryayî kuştine.”

“Niha Fermandarê me yê Giştî ne fermandar e. Cîhana azad hêjayî rêberekî ne lawaz. Amerîka hêja ye rêberên ku bizanin sînorên ewle, buhayên seqamgîr, kolanên ewle û berevanîyeke hêzdar bingehên serekî yên welatî mezin in,” Britt di gotara xwe de got.

Senator Britt di beşekî din ji gotara xwe de dîyar kir ku rewşa jiyana piranîya Amerîkîyan jiber sîyasetên aborî yên Biden xirab bûye û buhabûneke mezin li welêt peyda bûye. Biden ji alîyê xwe ve gotibû ku bi saya gavên rêvebirîya wî, rêjeya enflasyonê li Amerîka ji 9% daketiye 3%.

Britt ya 42 salî genctirîn senatora jin ya Komarî ye. Ew di sala 2022’an de bo Civata Senatoya Kongresê hate hilbijartin.

XS
SM
MD
LG