Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Wan NATO Kiriye Hevbendîyeke ji Hemî Deman Xurttir


Serokê Amerîka Joe Biden di gotara salane ya Rewşa Yekîtîyê de got ku wan îro NATO kiriye hevbendîyeke xurttir.

“Amerîka endama damezrîner ya hevbendîya leşkerî ya NATO ye ku welatên demokratîk piştî Şerê Cîhanê yê Duyê ava kiribû ku pêşî li şer bigirin û aştîyê biparêzin. Me îro NATO’yê ji hemî demên berê hêzdartir kir.”

“Sala çûyî me xêrhatina Fînlandîya li nava NATO’yê kir û vê sibê jî Swêd bi fermi tev li hevalbendîyê bû û Serokwezîrê Swêdê niha bi me re ye,” Biden bi berdewamî got.

Serok Biden ji Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersso, ku wek mêvanê fermî li kelêka Xanima Yekê Jill Biden rûniştibû got ku “hun bi xêr hatine nava hevbendîya herî xurt ya dîroka cîhanê.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku Swêd îro Pêncşemê bi merasîmeke li Washingftonê bi awayekî fermî bûbû endama 32’yan ya NATO’yê.

XS
SM
MD
LG