Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Hêza Amerîka Jinûve Vegerîya


Serokê Amerîka Joe Biden îşev di rûniştineke hevbeş ya Civata Nûneran ya Amerîkî de gotara salane ya bi navê Rewşa Yekîtîyê (State of the Union) pêşkêş kir.

Di pêşkêşkirina gotara salane de Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson, endamên Civata Nûneran, Civata Senatoran, Dadgeha Bilind, Kabîneya Amerîkî, civaka nûnertîyên dîplomatîk, fermandarên payebilind yên leşkerîyê û mêvanên bijarte amade bûn,

Biden di gotara xwe de qala biryara Dadgeha Bilind ya betalkirina Roe v. Wade kir ku mafê jinavbirina zarokan (kurtaj) dida jinan.

Biden got ku dadwerên ku di dadgehê de piranîyê kontrol dikin peyamek da ku “Jin, bê hêza sîyasî ne û ji hêza hilbijartinê bê par in” nizanin ku ew behsa çi dikin.

“Pir zelal e ku yên ku bi pûçkirina Roe v. Wade xwe qure dikin, ji hêza jinên li Amerîka ne agahdar in. Lê, wan di hilbijartinên 2022 û 2023an de dît ku azadîya mafê zayînêiqas girîng e û ewê di 2024’an de careke din heman tiştî bibînin. Ger Amerîkî Kongresekê, ku piştgirîya mafê bijartinê dike, ji min re bişînin, ez soz didim we ku ezê Roe v. Wade wek qanûneke seranser welêt jinûve bînim.”

Biden bi berdewamî got ku ew di demeke yek jî qonaxên herî dijwar ya dîroka Amerîkî de hat ser kar û ew bi biryar bû ku welêt ji wê rewşê giran derxîne,

“Amerîka jinûve vegerî ku siberojekê bi derfetên Amerîkî ava bike, ne aborîyeke ji jor ber bi jêr, lê ekonomîyeke ku ji çîna navîn derdikeve û ji binî ber bi serî ve diçe, biafrîne, û derfetên învestmint anku berhemkarîyê ji hemî Amerîka û tevahîya Amerîkîyan re pêşkêş bike û misoger bike ku her kes bi dadmendî para xwe hilde û ti kes li paş neyê hiştin.”

Serok bi berdewamî got ku jîyanê ew fêr kirîye ku azadî û demokrasîyê hembêz bike. “Siberojeke li ser bingeha nirxên cewherî ku Amerîka afirandîye.

XS
SM
MD
LG