Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden di Gotara Salane de Piştgirîya ji Ukrayna re Dubare Dike


Serokê Amerîka Joe Biden îşev di rûniştineke hevbeş ya Civata Nûneran ya Amerîkî de gotara salane ya bi navê Rewşa Yekîtîyê (State of the Union) pêşkêş kir.

Biden, bê ku navê Trump bide, got ku serokekî berê yê Komarî ji Rûsya re got ku hun çi dixwazin bikin, dikarin bikin.

“Tiştê ku Trump di rastîyê de got ev bû ku ewê rêxweşkerî li Rûsya bike ku dilê wê çi dixwaze dikare li dijî wan endamên NATOyê bike kujibo berevanîyê bi têra xwe dirav nadin.

Biden, dijî dagirkerîya Rûsya ya ser Ukrayna re careke din piştgirîya xwe ya ji Kîevê re dubare kir û rasterast peyamek da Serokê Rûsî Vladimir Putinku ewê dest ji Ukraynayê bernedin.

“Ger kesek li vê odeyê niha difikire ku Putin wê li Ukrayna bisekine, ez ji we re piştrast dikim ku ew ne rast e. Lê, ger em li kelêka Ukrayna bisekinin û çekên ku jibo parastina wê pêdivî ne, peyda bikin, Ukrayna dikare Putin rawestîne. Ukrayna tenê vi tiştî dixwaze, ew daxwaza leşkerên Amerîkî nake. Û di rastîyê de jî di çerê li Ukrayna de ti leşkerên Amerîkî tunene û ez pêgir im ku bi vî awayî bidomînim."

Biden got ku niha alîkarîya jibo Ukrayna ji alîyê kesên ku dixwazin Amerîka jî pêşengîya cîhanê dûr bixin, tê asteng kirin.

XS
SM
MD
LG