Piştî nêzîkî 40 salan ji şer û pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de, mijara danûstandinên aştiyê di dawiya sala borî de careke din hat rojevê piştî pêşniyara serokê Partiya Tevgera Neteweparêz (MHP) ji bo rêberê girtî yê PKK'ê Ocalan.
Pispor weha dibînin ku ew qonaxên derbasbûyî yên dema pêvajoya aştiyê ji yên niha cuda ne.
Li Tirkiyê ji sala 1993 heta 2015 gelek gav ji bo pêvajoya aştiyê hatin avêtin, di nav wan de qonaxa yekem di sala 1993'an de bi serokatiya Turgut Ozal, qonaxa duyemîn di sala 1996an de di dema serokwezîr Necmedîn Erbakan de û qonaxa sêyemîn a çareseriya pirsgirêka kurd ji 2013 - 2015 di dema AKP dest pêkir, lê ev çend sal in ku di nav axa Tirkiyê de pevçûnên weha çênebûne jî, lê dîsan aştî bi xwe re neanî.
Qonaxa Nû ya Pêvajoya Aştiyê li Tirkiyê Çawa Tê Meşandin?
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî di 26'ê Mijdara sala 2024an de di rûniştina heftane ya grûpa partiya xwe ya di meclîsê de got, "Em li bendê ne ku di navbera Îmraliyê û PKK'ê de bê dereng hevdîtin pêk were." Heyeta PKK’ê di 28’ê Kanûna 2024'an de li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin pêk anî û DEM Partî daxuyaniyek ser wê hevdîtinê ji raya giştî re eşkere kir.
Ehmed Sîrwanî Maomstayê zanîngehê û pisporê pirsên Tirkiyê ji Dengê Amerîka re got: "Cûdahî di navbera proseyên aştiyê yên 2012 û 2025'an de ji çend aliyan ve ye, di nav wan de guhertinên li Rojhilata Navîn weke şerê li Gaza, Îsraîl, Libnan û rewşa nû li Sûriyê û avakirina hêzên kurdî li Sûriyê ku pêşî ev nebûn, li aliyê din vê carê serokê MHPê ku tevgerek netewparêze û berê neyarê pêvajoya aştiyê bû, lê niha wî pêşniyar kirîye, herwiha şiyanên leşkerî yên Tirkiyê û PKKê ji hev cuda ne, ku niha ziyanên Tirkiyê bo ser PKK zêdetirin."
"Vê carê parlamento wek desthilata herî bilind e, wek navendek ji bo proseyê hatiye vekirin, ji ber ku hemû partî kurd û tirk di wê meclisê de hene, ji ber vê yekê rewş baştir dibe ku pêwîstî bi derxistina çend yasayan heye," Sîrwanî got.
Sîrwanî dibêje, "Pêvajo aştiyê ya vê demê dê asantir be, jiber ku di dema 201an de ji ber rola neyînî ya dewleta Tirk û PKK'ê pêvajo têkçû. Li Diyarbekirê, li Şirnex, û bajarên din PKKê çend navçe xistin bin kontrola xwe û vê yekê jî proseya aştiyê têk bir."
Qonaxa Aştiyê ya Piştî Serdana Ocalan û Peyama wî
Di 28ê Kanûna 2024an de, şandeke Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan DEM Partî ku ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat, serdana rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê kiribûn û peyama Ocalan di daxuyaniyekê de ragihand bû.
Di daxuyaniyê de hat gotin, ku "Ocalan bal kişand ser biratiya navbera Kurd û Tirkan û got, xurtkirina biratiya Tirk-Kurd ne tenê berpirsyariyeke dîrokî ye, di heman demê de ji bo hemû gelan mijareke girîng û lezgîn e." Ji bo xurtkirina vê pêvajoyê, girîng e hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyê ji hesabên teng û demkurt wêdetir bifikirin, însiyatîfan bigirin, bi hişmendiyek avaker tevbigerin û bi erênî beşdar bibin.”
Pisporê karûbarên Tirkiyê û mamostayê zanîngehê Selam Ebdulkerîm ji Dengê Amerîka re got ku "daxuyaniyên Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder û Ehmed Turk piştî hevdîtinan nîşan didin ku danûstandin berdewam bibin. Tikriye endama NATO ye, ew dixwazin ji rewşa li Sûriyû bi kêmtirîn ziyan derbas bibin. Tirsa mezin ya Tirkiyê niha hebûna kurdan li Sûriyê ye. berpirsên payebilind yên Tikriyê vê yekê bi zelalî dibêjin û venaşêrin."
Selam Ebdulkerîm herwiha got "Ocalan di peyama xwe de behsa biratiya Kurd û Tirkan dike. Eger rayedarên Tirk şert û mercan deynin, dibe ku pêvajoyê zehmet bike, bi taybetî danîna çekan ji aliyê Qendîlî ve, ew peyamên Ocalan destek dikin, lê mercê çekdanîn hinek zehmet e. Divê Qendîl jî beşdarî danûstandinan bibe, lê Tirkiye dixwaze du aliyan ji danûstandinan dûr bixe, yek ji wan Qendîl e û Rêveberiya Koma Covakên Kurdiostan KCK ku Tirkiye wan metirsî li ser xwe dibîne, herwiha dûr kirina Hevserokê berê yê HDPê Selahettîn Demirtaş ji danûstandinan."
Helwesta partiyên opozîsyona Tirkiyê li ser pêvajoya aştiyê
Helwesta DEM Partî
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekheviya û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari di hevpeyvîna xwe ya 21ê Kanûna Pêşîn a 2024an de gotibû, "Di rewşeke ku îhtîmala Şerê Cîhanê yê Sêyemîn heye, me bawerî heye ku hebûna kesayetek wek Ocalan li Rojhilata Navîn pir giring e."
Helwesta CHPê
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel jî got, "Eger pêvajoyeke wiha ya nû bi awayekî rast û zelal bê meşandin, ez ê bibêjim erê. Şertê me ew e ku pêvajo li meclîsê were meşandin û ti partiyeke siyasî neyê jibîrkirin."
Helwesta Yenidan Refa
Serokê Partiya Yeniden Refah Fatih Erbakan derbarê pêvajoya aştiyê got, "Em amade ne ku di pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê bi qonaxeke nû were destpêkirin. Divê hemû mafên ku tên xwestin di çarçoveya yekpareçbûna Tirkiyeyê de bên dayîn."
Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de li Kenyayê di operasyona MÎT’ê de hat girtin û vegerand Tirkiyê. Piştî dadgehkirina wî, di 29ê Hezîrana 1999ê de cezayê îdamê lê hat birîn, lê ji ber hilandina cezayê darvekirinê li Tirkiyê, cezayê wî bo zîndana heta hetayê hat guhertin.
Her çendî raporên nefermî behsa hevdîtineke din a bi Îmraliyê re li ser pêvajoya aştiyê dikin jî, ev rapor hêj nehatine piştrastkirin.
Biryar e piştî ku şandên DEM Partî bi partî û aliyên din re di civin peyameke fermî ser rewşa danûstandinan ragihînin, Devlet Bakcellî jî dibêje, beşek ji hevdîtinan di medyayê de hatiye belavkirin, hêviya biratî û demokrasiyê ya kurd û tirkan zêde bûye.