Parlamanterê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) yê Amedê Galîp Ensarîoglu got ku Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dikare di Newrozê de çekan berde.
Ensarîoglu dîyar kir ku şandeya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) piştî civîna duyê ya bi Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan re, ku ji 1999’an vir ve li Girtîgeha Îmraliyê ye, wê here li Sûrîyê danûstandinan bike.
Şandeya DEM Partî, ku di rojên borî de li Girtîgeha Îmraliyê bi Ocalan re kom bûbû, do Sêşemê bi Serokê Parlamana Tirkîyê Numan Kurtulmuş re civînek çêkir.
Civîna şandeya DEM Partî û Kurtulmuş bi qasî 45 deqîqeyan ajot.
Piştî vê civînê şandeya DEM Partî çû serdana Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî.
Bahçelî li derî pêşwazîya şandeya DEM Partî kir û vê civînê jî 40 deqîqe ajot.
Ensarîoglu ser danûstandinên dawî yên li parlamana Tirkîyê got ku rewşa nû naşibe prosesa çareserîyê ya berê, lê dîyar kir ku ewê li gor tecrûbeyên wê demê jî tevbigerin.
‘’Bûyerên dawî yên li Sûrîyê jibo Tirkîyê jî pir girîng in. Jibo metirsîyên pêkan bandorê li Tirkîyê nekin berî her tiştî divê em di nav sînorên xwe de zemîna aştîyê çêkin.’’
Wî dîyar kir ku jibo peyvajoya nû nesekine û provokasyon çênebin ew dilezînin.
Parlamanterê AKP’ê got ku ger di peyvajoya nû de tiştekî neyênî çênebe ewê di dawîya Sibatê re bikeve qonaxa dawî û dîyar kir ku ew bawer dike ku wê PKK di Newrozê de, ku di 21’ê Adarê de tê pîroz kirin, çekan berde.
Ensarîoglu got ku ew bi paradîgmayeke nû jibo aştî, aramî û demokratîkbûnê danûstandinan dikin.
Çaverê ye DEM Partî roja Duşemê serdana partîyên din yên parlamana Tirkîyê bike.
Bahçelî 22’yê Cotmehê bang li Ocalan kiribû ku li parlmanê dawî li PKK’ê bîne.
Wî dîyar kiribû ku ger Ocalan tiştekî wisa bike ew dikarin qanûnan ser mafê hêvîdarbûnê çêkin.
Piştî banga Bahçelî û piştî 43 mehan jinûve destûr hat dayîn ku bi Ocalan re hevdîtin çêbe.
Parlamanterê DEM Partî yê Ruha Omer Ocalan, ku birazîyê Abdullah Ocalan e, got ku ew bi 23’yê Cotmehê bi wî re kom bûye û dîyar kir ku tecrîta li ser wî didome.
Omer Ocalan dîyar kir ku Abdullah Ocalan gotiye ku hêza wî heye ku ew peyvajoyê ji pevçûn û şidetê bibe ser zemîna hiqûqî û sîyasî.
Onder û Buldan 28’ê Berfanbarê bi destûra Wezareta Dadê ya Tirkîyê çûn Girtîgeha Îmraliyê û bi Ocalan re civîyan.
Wan piştî hevdîtinê bi daxuyanîyekê ragihand ku Ocalan gotiye ku paradîgmayeke nû heye û ew jî dikare bi awayekî pozîtîf hin gavan biavêje.
Jêder: Gazete Duvar, NTV