Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şanda DEM Parti Serdana Bahçelî û Kurtulmuş Dike


Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ragihand ku şandeyeke wê îro Pêncşemê serdana Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî û Serokê Parlamana Tirkîyê Numan Kurtulmuş dike.

DEM Partî dîyar kir ku di şandeyê de parlamanterên wê Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û sîyasetvanê dêrîn Ahmet Turk hene.

Buldan û Onder 28’ê Berfanbarê li Girtîgeha Îmrali bi Rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan re kom bûbûn.

Piştî civînê, Buldan û Onder dîyar kiribû ku ewê bi rêberên partîyên sîyasî re kom bibin.

Li gor ragihandina DEM Partî, şandeya DEM Partî piştî qedandina serdana partîyên sîyasî wê serdana sendîka, sazîyên civaka sîvîl, rêxistinên kedkaran û derdorên civakî yên cihêreng jî bikin.

DEM Partî dîyar dike ku şande piştî danûstandinên ser hevdîtina bi Ocalan re wê jibo bîragiştî daxuyanîyeke berfireh biweşîne.

Serokê MHP’ê Bahçelî dawîya sala borî re bang li Ocalan kiribû ku di komcivîna DEM Partî de banga sekinandina PKK’ê bike.

Bahçelî piştre jî gotibû ku ew dixwazin ku karbidestên DEM Partî û Ocalan rûbirû biaxifin.

Buldan û Onder li gor destûra Wezareta Dadê ya jibo hevdîtinê dawîya hefteyê bi Ocalan re kom bûbûn.

Parlamanteran piştî civînê dîyar kiribû ku Ocalan gotiye ku jinûve xurtkirina biratîya Kurdan û Tirkan berpirsîyeke dîrokî ye û ew hazir e ku gaveke pozîtîf biavêje.

Jêder: Ajansa Welat, Artı Gerçek, NTV

XS
SM
MD
LG