Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pênc Tiştên ku Divê Ser Êrîşa Îsraîlê ya li Dijî Îranê Werin Zanîn


Aalayê Îsraîlê û Îranê
Aalayê Îsraîlê û Îranê

Îsraîl sibeha Şemiyê bi pêkanîna zincîrek êrîşên esmanî li dijî Komara Îslamî ya Îranê bersiva xwe ya çaverêkirî ji êrîşên mûşekî yên Îranê re da.

Tiştên ku divê werin zanîn evin:

Li Gelek Armancan Hatîye Xistin

Îsraîl di bin perdeya tariyê de li gelek deverên Îranê xist. Li paytext Tehrana ku di kûrahiya welêt de ye dengê teqînan hat bihîstin.

Artêşa Îsraîlî got ku "êrîşên wê yên rast û bijarde" li sîstemên berevanîya esmanî yên mûşekî û "berevaniya esmanî" û herwiha dezgayên çêkirina mûşekan ku ji bo hilberandina çekên ku li dijî Îsraîlê hatine bikaranîn, aramnca êrîşan bû. Lê Îranê tekez kir ku êrîşan tenê "zararên sînordar" pêkanîne.

Beşek ji esmanê bajêr di berbanga sibehê de piştî ku dengên çend teqînan li Tehranê di 26ê Cotmeha 2024ê de hatin bihîstin hatin weşandin. Îsraîlê wek bersivdana êrîşên Îranê, bi destpêkirina "êrîşên bijarde" li ser bingehên leşkerî li Îranê ragihand.

Îsraîl dibêje ku êrîşa mezin li ser Îranê 'gihişt armanca xwe,' di heman demê de Amerîka bang li welatan dike ku zextê li Îranê bikin ku êrîş êdî rawestin.

Heta niha nezelale ka derbeyên Îsraîlê li Îranê dane çiqas bi bandor û dijwar bûn, ti welatekî ji herduyan hurgiliyên derbeyan ne ragihandin.

Îranê tenê got ku êrîşan bingehên leşkerî li parêzgehên Îlam, Xuzistan û Tehranê kirine armanc.

Îsraîl jî dibêje ew bi derbeyên xwe yên ser dezgehên berevaniya esmanî ya Îranê bi bawer in, berdevkê leşkerî yê Îsraîlê Daniel Hagari got ku "Îsraîl niha dikare bi azadî û rihetir operasyonên hewayî li dij Îranê encam bide."

Tiştê ku Nehatî Êrîşkirin Ew jî Giring E

Xuya bû ku êrîşa Îsraîlê li dijî binesaziya petrola Îranê nebû, ku bingeha aboriya welatê ku endama OPECê ye. Herwiha êrîş li dij dezgeha navokî ya Îranê jî pêk nehat.

Serokê Amerîka Joe Biden di destpêka vê mehê de gotibû ku ew piştgirîya êrîşa Îsraîlî li ser navendên navokî yên Îranê nake.

Karbidestên Amerîkî hîs kir ku wan soz ji Îsrîalê wergirtî ye piştre Amerîka sistema Thaad ya dijî mûşekan da Îsraîlê û leşker û karmendên taybet yên bi sistemê re hatin şandin.

Êrîş bi Dawî Bû

Îsraîl di daxuyaniyekê de ragihand ku êrîşa beriya sibehê dawiya êrîşan vê carê bû bo ser Îranê.

Berdevkê Artêşê Hagarî serê sibeya Şemiyê got, "Êrîşa tolhildanê temam bû, û armancên wê hatin bi dest xistin."

Demek şûnda, Rêxistina Hewayî ya Sivîl a Îranê got ku geştên bazirganî dê ji nû ve dest pê bikin piştî ku ji ber êrîşên esmanî yên Îsraîlê hatbûn rawestandin.

Yoel Guzansky, lêkolîner li Enstîtuya Lêkolînên Ewlekariya Neteweyî ya Tel Aviv got, êrîşên Îsraîlî armanc kirin ku pêşî li êrîşên paşerojê bigirin û "nîşan bidin ku em ê bêdeng nemînin" lê bi awayekî ku Îranê tengav neke ku mecburî êrîşek din ya bersivdanê bibe.

Hêrsbûn û Bangên Xwe Kontrol Kirinê

Qesra Spî ragihand, ku ew dixwaze êrîşên rasterast yên di navbera Îsraîl û Îranê de bi dawî bibin û Îran hişyar kir ku êdî bersivê nede.

Serokwezîrê Brîtanî Keir Starmer got ku "pêdivî heye ku xwe ji tundûtûjîyên herêmî dûr bixin" û bang li hemû alîyan kir ku helwestê nîşan bidin.

Bertekên li herêmê tundtir bûn. Erebistana Saûdî, hevrika sereke ya Îranê, êrîş şermezar kir, û ew wek metirsî li ser ewlekariya herêmê û "binpêkirina qanûn û pîvanên navneteweyî" bi nav kir.

Tirkiyê Îsraîl bi wê yekê tohmetbar kir ku "herêma me aniye ber şerekî mezin" û got, "Dawîkirina terora ku Îsraîl li herêmê çêkiriye bûye erkek dîrokî."

Sûriye û Iraqê jî ev êrîş şermezar kirin. Her wiha rêxistina Hamasê jî, ya ku ji aliyê Amerîka de di xana terorê de ye ku, di 7ê Cotmeha 2023an de li gel milîtanên din êrîşî Îsraîlê kir û 1200 kes ku piraniya wan sivîl bûn kuştin û nêzî 250 dîl girtibûn û bi xwe re birine Gazayê.

Bersiva Îranê dê Pirsa Sereke Be

Wezareta Derve ya Îranê got ku Îran dê bersiva êrîşên esmanî bide, û ew êrîş binpêkirina eşkere ya yasayên navdewletî bi nav kir, ji ber ku ew mafê Tehranê di berevanîyê de piştrast dike.

Îsraîl êrîşa roja Şemiyê weke bersivekê li êrîşên esmanî yên berê yên Îranê bi bikaranîna mûşekan û dronan di Nîsanê de û êrîşeke mûşekî ya vê mehê bi nav kir. Gelek ji wan roketên ku Îranê û alîgirên wê yên li herêmê avêtbûn Îsraîlê beriya ku bigihêjin armancên xwe hatbûn pûçkirin.

Dibe ku Îran hewla êrişeke din a rasterast bide, her çend ku vê yekê bike metirsiya êrişek din a rasterast a Israîlî li ser axa xwe zêdetir dike, di demekê de ku berevaniya wê lawaz dibe.

Jêder:AP/VOA

XS
SM
MD
LG