Medya Îsraîlî dibêje, êrîşên plankirî li ser Îranê bi sê pêlan pêk hatin û bi awayekî rast li armancên xwe xistin.
Berdevkê Leşkerê Îsraîlê Avichay Adraee îro Şemiyê ragihand û got "Balafirên me bi silametî vegeriyan piştî ku li dijî êrîşên Îranê yên li dijî Îsraîlê di mehên dawî de pêkhat bûn."
Daxyunaiya Artêşa Îsraîlê dibêje "Me li herêmên cuda yên Îranê bi awayekî teqez êrîşî çend armancan kir, di nav wan de amûrên hilberîna mûşekan ku Îranê di êrîşên xwe de li dij Îsraîlê bikar dianîn."
Daxuyanî dibêje, Her wiha me êrîşî sîstema mûşekî ya erd-esîman û şiyanên hewayî yên Îranê kir ku armanca wan sînordarkirina çalakiyên tevgera hewayî ya Îsraîlê bû li fezaya Îranê.
Beşekî daxuyaniyê dibêje "Armancên êrîşan pêk hatin û peyama wan jî eşkere bû: Yê ku dewleta Îsraîlê tehdîd bike dê berdêlên giran bide."
"Me îro carek din hêza xwe nîşan da ku em li ku derê hilbijêrin, li her kêliyê ku em hilbijêrin, êrîş bikin. ÎDF dê ji bo parastina welatiyên Îsraîlê her tiştî bike."
Di vê navberê de, Îran dibêje, Îsraîlê çend navendên leşkerî li Tehran, Xuzistan û Îlamê bombebaran kirine.
Medyaya Îsraîlî dibêje, wezîrê berevanî yê Îsraîlî bi hevtayê xwe yê Amerîkî re li ser êrîşan axifî.
Balafirên F35, F16 û F15 di êrîşan de beşdar bûn, di nav wan de baregeheke Muhafizên Şoreşê li rojhilatê Tehranê.
Îsraîl dibêje ku ji demeke dirêj ve plana êrîşan kiribûn, lê ji ber hewaya xirab pêkanîna wan paşxist.