Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Êrîşên Esmanî yên Dijî Armancên Leşkerî yên Îranê Didomîne


Dîmeneke giştî ya Tehran ya piştî êrîşên esmanî yên Îsraîlê
Dîmeneke giştî ya Tehran ya piştî êrîşên esmanî yên Îsraîlê

Artêşa Îsraîlê ragihand ku êrîşên esmanî yên dijî Îranê, bi pêleke nû didomin.

Jêderên xwecîhî ragihand ku êrîşên Îsraîlê ser armancên leşkerî yên li Îranê yên li paytext, Tehran û bajarê Kerecê yê nêzî wê hatin dîtin.

Medyaya dewleta Îranê qebûl kir ku li Tehranê û derdora wê dengên peqînan û sîstemên berevanîyê tên bihîstin.

Berdevkê Hêzên Berevanî yên Îsraîlê (IDF) Daniel Hagar li ser X got ku hêzên wan wek bersîvdana çend mehan ji êrîşên berdewam yên rejîma Îranê yên dijî Îsraîlê êrîşên rastavêj li ser armancên leşkerî yên Îranê pêk tînin.

“Rejîma Îranê û alîgirên wê ji 7ê Cotmehê vir ve li herêmê bi awayekî bêrawestan ji heft enîyan ku di nav de êrîşên rasterast ji axa Îranê jî hene, êrîş dibin ser Îsraîlê” berdevkê IDF Daniel Hagari said.

Wî got ku her welatekî din yê serwer li cîhanê, dewleta Îsraîlê jî xwedî maf û erka bersîvdana êrîşên dijî wê ye.

"Derfetên me yên berevanî û êrîşkirinê bi tevahî ketine xebatê. Jibo berevanîya dewleta Îsraîl û gelê Îsraîlê, emê hemî tiştên pêdivî bikin," Hagari bi berdewamî got.

Hevdem, Civata Ewlelkarî ya Amerîkî, wek bersîva pirsa Dengê Amerîka ragihand ku hikûmeta Îsraîlê rêvebirîya Amerîkî ji êrîşa xwe ya li ser Îranê agahdar kirîye.

“Em fem dikin ku Îsraîl wek kiryareke xweparastinê û wek bersêvdana êrîşên Îranê yên bi musekên balîstîkî êrîşên esmanî li ser armancên leûjerî yên Îranê li dar dixe,” berdevkê Civata Ewlekarî ya Amerîkî Sean Savett got.

Bi alîyekî din ve, medya Îsraîlê jî ragihand ku artêşa Îsraîlê dest bi pêla duyê ya êrîşên esmanî kiriye.

Jêder: VOA, AP

XS
SM
MD
LG