Artêşa Îranê îro Şemiyê ragihand ku 2 leşkerên wan di êrîşên Îsraîlê de ku navendên leşkerî li Îranê kirine armanc hatine kuştin.
Artêşê di daxûyaniya ku di televîzyona dewletêde hat weşandin got, "Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi şev 2 leşkerên xwe ji dest dan, yên ku di berevaniyê de li hember mûşekên siyonîstên tawankar di berevaniyê de" li axa Îranê rûbirû diman.
Ajansa Nûçeyan a Îranê her wiha ragihand, " Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li dema rûbirûbûna mûşekên Rejîma Siyonîstî, ji bo parastina ewlehiya Îranê û parastina gel û berjewendiyên wê, 2 çekdarên xwe feda kirin."
Beriya niha Îranê ragihandibû ku êrîşên Îsraîlê baregehên leşkerî yên li parêzgehên Îlam, Xuzistan û Tehranê kirine armanc û "xisareke sînordar" çêbûye.
Ajansê piştrast kir ku berevaniya esmanî "bersiva hewildanên Israîlî da ku êrîşî çend cihên li derdora paytext Tehran û deverên din yên welat kir."
Artêşa Îranê got ku berevaniya esmanî ya wê jiber êrîşan zarar "kêmkirin", bêyî ku agahiyên zêdetir bide.
Berevaniya esmanî ya Îranê ragihand ku wan êrişên Îsraîlê li ser xalên parêzgehên Tehran, Xuzistan û Îlamê pûç kirine û diyar kir ku “xisareke sînordar” li hin cihan rû daye û li gorî ajansa Mêhr'ê lêkolîn li ser wan tê kirin.
Li gorî ajnasa Reuters êrîşên Îsraîl yên sibeha Şemiyê ku cihên leşkerî li Îranê aramnc kirin, lê tolhildana wê weke bersiv ji êrîşa Îranê ya vê mehê re xuya bû ku êrîş li dij armanên herî hestiyartirîn yên weke bingehên petrol û navokîya Îranê nehatiye kirin, piştî bangên bilez yên hevalbend û cîranan ji bo ragirtinê û berfireh nekirina nakokiyan û şerê li herêmê.
Îran jî gotiye ku zararên ji encama êrîşên Îsraîlê pêkhatî "s'nordar" bû.
Jêder: Medya/Reuters