Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq ji Pevçûnên li Helebê Nerihete û Wezîrê Berevaniyê Serdana Sînor Dike


Berpirsên Leşkerî yên Îraqê
Berpirsên Leşkerî yên Îraqê

Ji ber geşedan û şerên li Helebê rû didin, Wezîrê Berevaniya Iraqê Thabet El-Ebasî roja Şemiyê serdana hêzên Îraqî kir yên ku li ser sînorê hevbeş yê her du welatan da ku rewşa heyî ji nêz bişopîne.

Wezareta berevaniya Iraqê li ser platforma X ragihand ku El-Ebasî "Tevî Cîgirê Serokerkanê Artêşê yê Operasyonên Hevbeş û Fermandarê Hêzên Bejayî" serdana hêzên li ser sînorê di navbera Iraqê de kirin û li ser amadekariyên her pêşhateke neçaverêkirî rawestiyan.

Şanda wezaretê serdana "sektora operasyonên rojavayê Nînewayê li Şingalê, ji bo vekolîna şert û mercên ewlehiyê berpirsyariya wê eniyê kir."

Dem bi dem, hêzên Îraqî operasyonên serbazî li dij grûpên çekdar û kesên sîmnorê navbera Îraq û Sûriyê derbas dikin encam didin, ku ew sînor bi zêrevaniyek elektronî û kameryan tê kontrol kirin.

Ji aliyê xwe ve, rêjîma Sûriyê îro Şemiyê di daxuyaniyeke artêşê de ragihand ku bi dehan ji hêzên wê di şer de hatien kuştin û birîndar bûne û xwe ji deverên berfireh li Helebê, bi armanca "ji nû ve amadekarî û belavbûnê" vekişyane.

daxuyaniya hikûmeta Sûrî dibêje, piştî vekişyana leşkeran amadekarî tên kirin ji bo "Êrîşeke hevdij" ji bo vegerandina wî bajarê stratejîk.

XS
SM
MD
LG