Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Omer Faruk Gergerlioglu Nobeta Edeletê Dawî Kir


Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlioglu
Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlioglu

Parlementerê HDP Omer Farûk Gergirlioglu li Navenda Giştî ya HDP'ê de çend roje ku "Nobeta Edaletê" dabû destpêkirin. Gergerlioglu 31 Adarê bi daxûyanîyeke çapemenîyê ev çalakî dawî kir.

Gergerlioğlu di civîna çapemenîyê de li ser xistina parlamenterîya xwe sekinî û ragihand ku ew bê dadîyeke mezin him li ser wî û him jî li ser partîya wî tête kirin. Gergerlîoglu hestê xwe wiha anî ziman "Bila baş bizanibin ku bi derbên ku çêdikin wîcdana gel êşandine. Ana gelek hevalên me di girtingehê de ne. Bi destê dewletê mafên miorvan binpêdikin. Lê ew çi dikin bila bikin emê li ser doza xwe gavan paş de neavêjin."

Daxuyaniya Omer Faruk Gergerlioglu
Daxuyaniya Omer Faruk Gergerlioglu

Gergerlioglu di axaftina xwe de li ser pirsgirêka Kurd jî sekinî û nêrînê xwe wiha dîyar kir "Ez dixwazim ji gelê Tirk re tiştekê bêjim. Pirsgirêka Kurd heye û ev pirs gelê Kurd durist nekir. Evîya zek û zora dewletê duristkir. Pêwîst dike ku vê meselê Kurd na gelên din çaraser bikin. Werin giranîya çareserîya vê meselê li ser Kurdan rakin hûn çaraser bikin."

Di daxûyanîyê de endam û rêveberê HDP'ê jî piştgirî da Gergerlioglu. Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Enqerê Vezîr Coşkun Parlak xistina mecbûstîya Gergerlîoglu ji bo Dengê Amerîkayê wiha ravekir "Em her gav li pişta parlementerê xwe Omer Faruk Gergerlioglu ne. Dibe ku parlementerîya wî hatibe xistin, lê ew her gav vekîlê me ye."

Vezîr Coşkun Parlak
Vezîr Coşkun Parlak

Di 17 Adarê de mebûstîya parlementerê HDP Omer Farûk Gergerlîoglu ji alîyê meclîsê ve hatibû xistin. Piştî wî Gergerlioglu li nav meclîsê dest bi çalakîyê kiribû û li meclîsê derneketibû der. 21 Adarê polêsan bi zext û zorê Gergerlioğlu ji meclîsê derxistin û kirin binça û dura ber dan. Ser vî jî Gergerlioğlu li Navenda Giştî ya HDP’ê dest bi nobeda edeletê kiribû.

Raporta Enqerê 01 04 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:38 0:00

XS
SM
MD
LG