Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsan bi Zorî Parlementerê HDP'ê Gergerlîoglu ji Parlemenê Derixst û Ew Girtin


Parlementerê HDPÊ Omer Farûk Gergerlioglu
Parlementerê HDPÊ Omer Farûk Gergerlioglu

Roja Yekşemê desthilatdarên Tirkiyê parlemenetê HDPê ji parlemenê derxist, piştî ku çend rojin red kirbû ji parlemenê derkeve weke nerazîbûn li hember rakirina parêzbendîya wî ya meclisa Tirkiyê, weke berpirsên HDPê dibêjin.

Partiya Demokratîk a Gelan HDPê daxuyaniyek weşandîye û gotiye endamê wan yê mecilê Omer Farûk Gergerlioglu"Bi zorî ji avahiyê parlemenê hatiye derxistin dema ku bîcame di berde bûn û şimik di pê wî de bûn", nêzî 100 polîs hatine ew ji parlemenê derxistine.

Ev yek di hesaba twîtera Gergerlioglu ya Englîzî de hatiye gotin û dîmenên derxistina wî hatine weşandin.

Parlemena Tirkiyê roja Çarçema borî kursiya berevankarê mafên mirovan Gergerlioglu jê standbû û parêzvaniya wî hatbû rakirin piştî ku dadgehê di derbarê belavokeke wî ya nakokbar de, ku di mediya civakî de hartbû weşandin tawnabr hatbû dîtin.

Dadgehê 2 sal û 6 mehên zîndanê dane wî bi tawana ku "propaganda terorê kirîye" li ser internêtê. Gergerlioglu ew tawan red kirine, û derxistina wî ji aliyê gelek grûp û kampeynan û hikûmetên welatên rojavayî hatiye rexne kirin.

Gergerlîoglu ji roja Çarşemê ve, di joreke parlemenê de xwe asê kirbû.

HDPê dîmenên derxistina wî di twîtekê de weşandine dema ku T-Shirtek li xwe kirîye.

Li gor daxuyaniyên partiya Gergerlioglu weşandî, di dema girtinê de wî gotiye"Ez rahatime li ser van şêwe girtinan di salên 90an de, mixabin hêjî tiştek nehatiye guhertin."

Di têbîniyên xwe de balê dikişîne ser rewşa berî 10an salan dema pevçûnên Kurdan li başûrê rojhilatê Tirkiyê hebûn, û çend parlamenterên alîgirên Kurd dîsan hatbûn girtin.

HDP, partiya sêyemîne di parlamentoya Tirkiyê de, ji sala 2016 û vir ve bi girtina çend parlamenter û serokên wê re, di nav de hevserokê wê yê karîzmatîk Selahattin Demirtaş, di bin dorpêçek domdar de ye.

Demirtaş, du caran hevrikê serokwezîr Recep Tayyip Erdogan bû di hilbijartinên serokatiyê de, ji 2016an ve girtîye tevî bangên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpa ya serbestberdana wî.

Dozgerê giştî li Enqerê roja Çarşemê xwestibû ku HDP li ser têkiliyên wê yên bi Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya qedexekirî re, bihê hilweşandin.

PKK ji 1984-an ve serhildanek pêk tîne ku bi deh hezaran kes hatine kuştin, ji aliyê Enqere û hevalbendên wê yên Rojavayî ve weke rêxistina terorê tê nav kirin.

Dehan Serok Şaredariyên HDPê bi îdîya têkiliyên bi rêxistina terorê re ji karên wan hatine derxistin

Hêzên Rojavayî û yên navnetewî hewildana girtina HDP'ê şermezar kirin. Dadgeha herî bilind ya Tirkiyê li bere di hefteyên bê de biryarê li ser girtina HDPê bide.

XS
SM
MD
LG