Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meclisa Tirkiyê Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk ji Endametiyê Derxist


Parlamenterê HDPê Omer Farûk Gergerlioglu di Meclisa Tirkiyê de
Parlamenterê HDPê Omer Farûk Gergerlioglu di Meclisa Tirkiyê de

Serokatîya Meclîsa Tirkiyê, endametiya parlementerê HDP’ê yê Kocaelîyê Omer Farûk Gergerlioglu bi suçdarkirina "propagandaya terorê" ji mecilsa Tirkiyê avêt.

Di civîna parlementoyê de îro Çarşemê biryara ku di derheqê Gergerlîolgu hatibû amadekirin hate xwendin. Serokatîya Meclîsê da dîyarkirin ku êdî mafên mebûstîya Gergerlîoglu hatîye rakirin û xistin.

Gergerlioglu berî hilbijardinên parlamenê di medya civakî de twîtek dabeş kiribû. Li ser wê jî di derheqê Gergerlioglu de doz hatibû vekirin û 2 sal û 6 meh caza hatibûn dayin. Piştî rakirina endametiya Gergerlioglu ya meclisê êdî rêya girtingehê jî jê re hate verikirin.

Gergerlioglu, piştî xistina nûnertiya wî ya parlamenê, daxûyanîyek da û biryara ku hate girtin red kir û wiha got "Ev biryar di serî de heta dawî bê hiqûqîye. Ez di dilê miletê xwe de me û naçim hîç cîyekî jî. Ev biryar dijî makezagonê ye. Ezê ji meclîsê dernekevim. Bila vîya herkes baş bizanibe."

MERAL DANIŞ BEŞTAŞ
MERAL DANIŞ BEŞTAŞ

Li ser xistina mebûstîy Gergerlioglu parlementera HDP Meral Danış Beştaş daxûyanîyek da û biryara ku hate girtin şermezarî kir. Beştaş ev biryar dîjî hiqûqê nîşan da û wiha got "Qerara ku hatîye girtin bêhiqûqî ye. Ev mesele dê li vê derê xilas nebe, bi dehan salan wê bê nîqaşkirin. Di nav du dewran de heta niha 14 parlementerên me nûnertiya wan bi awayekî bê hiqûqî hate xistin. Em vîya napejirînin, heta dawîyê jî emê bertekên xwe nîşan bidin."

Beştaş, derbarê sedema rakirina parlementerîyê jî rwestiya û ev yek jî wiha ragihand "Berî Gergerlioglu, mebûstîya parlementerên me Leyla Guven û Musa Farîsoglularî jî hatibûn xistin. Desthilatî ji bo ku emrê xwe dirêj bike xelatek da şîrikê xwe MHP'ê. Lê bila eva baş bê zazîn ku bi xistina mebûstîya Gergerlioglu car din hiqûq hate binpêkirin."

Gergerlioğlu dibêj ku ewê ji meclîsê dernekeve. Heke derkeve pêkane ku bigrin û dûvre jî bibin girtingehê.

Raporta Enqerê 17 03 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:37 0:00

XS
SM
MD
LG